Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê wesayîteke bombeyî hate teqandin. Di teqînê de kuştî û birîndar hene.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 3 çalakiyên cuda yên gerîlayên HPG’ê yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk herî kêm 2 leşker hatine kuştin.
Di rafîneyekî li başûrê Elmanyayê teqîn çêbû, herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand li Payizava ya Wanê, 22’yê Tebaxê di şer de du gerîla şehîd bûne û nasnameya wan ragihand.
Hevserokê HDP’ê Temellî yê di mîtînga 1’ê Îlonê ya li Amewê de axivî got: “Yê vegere bila veger e, em ji rêya xwe venager in. Em xwe dispêrin hêza xwe û dîroka xwe em ê faşîzmê hilweşîni. AKP ji nava xwe dirize. Em ê nûqta dawî lê bidin.”
Aliyên siyasî yên Kerkûkê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz ya li Kerkûkê ku gotibû; ‘Kerkûk axa bav û kalên me ne’ nîşan dan û gotin ku daxuyaniyên bi vî awayî xizmeta yekîtî û yekrêziya pêkhateyan nake.
Di ketina Efrînê de wesayîtek bombebarkirî teqiya.
MLKP/Kurdistan, têkildarî hevrêyê xwe Îrfan Gerçek ê şehîd bûyî daxuyaniyek da.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê, nûçeyên têkildarî Îranê moşekên balîstîk ji bo Iraqê şandiye derewand.