Di mîtînga aştiyê de nerazîbûneke hevpar a li dijî tecrîdê

Hevserokê HDP’ê Temellî yê di mîtînga 1’ê Îlonê ya li Amewê de axivî got: “Yê vegere bila veger e, em ji rêya xwe venager in. Em xwe dispêrin hêza xwe û dîroka xwe em ê faşîzmê hilweşîni. AKP ji nava xwe dirize. Em ê nûqta dawî lê bidin.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ku ji KCD, HDP, DBP, KEKS, Meclis Dayikên Aştiyê, TJA û gelek rêxistinên civakî pek tê. li Qada 5'ê Hezîranê (îstasyon) mîtînga aştiyê pêk tînin. Di mîtînga "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" de bi deh hezaran kes beşdar bû. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Qatîl Erdogan" berz kirin. Mîtîng, bi şîara "Aştî nayê tecrîdkirin" û bi dûrûşmeya "Bila zarok û ciwan nemirin, bila dawî li tecrîwê bê, bila girtiyên nexweş bên berdan, bila daristan neyên şewitandin" pêk hat. Aktîvista Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevseroken KCD'ê Berdan Oztûrk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Halîme Işik axaftin kirin.

'OCALAN HETA NIHA 8 CARAN AGIRBESTA YEK ALÎ DA, WERIN EM BE HEVRE YEKÎTIYÊ PÊŞ BIXIN'

Destpêkê Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan derket ser dikê û gel silav kir. Gokkan, wiha got: "Ez dayikên ku ji bo aştiyê têdikoşin, ciwanên pêşerojê, zarokên roniya pêşerojê, jinên afirîner û kedkar û hemû hêzên li Kurdistanê silav dikim. Îro Roja Aştiya cîhanê ye. Lê ji xeynî 10 welatan li hemû welatên cîhanê şer heye. 65 milyon penaber in. Dîsa hişmendiya DAIŞ'ê û hemû hêzên weki DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn bazara jinê dikin. Şerê cîhanê yê sêyemîn şerê li dijî jinê ye. Şerê li dijî Efrîn, Gever û gelek cihê din e. Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan heta niha 8 caran agirbesta yek alî îlan kir. Tecrîda li ser Rêberê Aştiyê tecrîda li ser hemû Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan 40 sal in ji bo aştiyê berxwedanek gelek mezin da. Werin em bi hevre vegerin sala 2013'an. Tenê ji Newroza Amewê beşekê bixwînin û bînin bîra xwe. Em bang li hemû hêz, însiyatif, rûsipî, porsipî û hemû pêşengên Kurdan dikin ku werin bi hevre yekîtiyê ava bikin. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Em tecridê qebûl nakin. Tecrîd mohra reş e."

'DAYIK EDALET Û AŞTIYÊ DIXWAZIN'

Li ser navê Dayikên Aştiyê Halîme Işik jî gel silav kir û wiha got: "Îro Dayikên Aştiyê ji bo aştî, wekheviyê li virin. Ji ber ku Dayikên Aştiyê de bi can û bi ruhê xwe di nava xwînê de mane. Kezeba wan di nava xwînê de mane. Ji ber vê yekê aştiyê dixwazin. Hemû kesên aştiyê dixwazin, divê her dem li ser piyan, li kolanan û li her derê bin. Ji bo aştî, wekhevî yê li kolanan bin. Îro ger ku bi Rêber Ocalan re hevdîtin bikin wê li Rojhilata Navîn xwîn raweste. Divê her yek ji aliyekî ve gavan bavêjin. Ji bo mirov bes bên kuştin divê her du alî jî gavan bavêjin. Li her derê gund, bajar û çiya hilweşiya. Divê hemû dayik li aştiyê xwedî derkevin. Yên îro bêdeng bin, wê sibê dor bê wan jî. Dema em li zarokên xwe digerin, êrîşî me dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Dayik li zarokên xwe digerin. Dayik aştî û wekheviyê dixwazin. Dayik naxwazin, polîs, leşker, gerîlla û sivîl bên kuştin. Dayik ji bo aştiyê li kolan û qadan in. Ji bo zarokên Kurd, ereb, tirk û hemû mirovan li kolanan in. Hemû zarokên me ne. Em vî şerî naxwazin.Êdî bes e. Em li ber malê dinyayê nasekinin. Lê kezeba me şewitiye. Êdî bes e. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Em ji hemû cîhanê tika dikin ku dest nedin welatê me. Dayik Edaletê û aştiyê dixwazin. Divê her kez rêz bidin hev.

'ÎRO LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANEK MEZIN HEYE'

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk ji gel silav kir û wiha got: "1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Ji bo carek din şer û kuştin çênebe ev roj îlan kirin. Niha di sedsala 21'an de dîsa şer heye. Hêzên desthilatdar dest dirêjî dewlemendiyên Qada Rojhilata Navîn dikin. Mafê gelê Rojhilata Navîn dixwin. Îro Rêber Ocalan di bin tecridek giran de ye. Îro li Îmraliyê berxwedanek mezin heye. Yên ku Ocalan tecrid kirin û avêtin Îmraliyê xwestin fikrên Ocalan tecrîd bikin. Lê Ocalan hemû planên wan pûç kir û ji bo Rojhilata Navîn projeya aştiyê pêş xist. Hêza faşîst a desthilatdar wekî AKP û MHP'ê li Rojhilata Navîn tenê şer û xwînê dixwazin. Tenê armanca wan jiyana xwe tenê xweş bikin û li jiyana xwe difikirin. Tu projeyek wan a ji bo çareseriyê tune ye. Îro li Rojhilat Navîn fikr û felsefeya Birêz Ocalan pêş dikeve û pêşerojê ronî dike. Piştî vê fikrê li Rojava berxwedan pêş ket. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd bû. Ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn bû. Li rojava îro hemû bawerî û nasname li gorî reng û baweriya xwe dijîn. Li gorî felseyefa birêz Ocalan dijîn. Yên êrîşî Rojava dikin û Efrîn dagir kirin jî xwestin Kurd nebin xwedî nasname û xwestin Kurd nebin xwedî hêz û statu. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku aştî xwest ew girtin û avêtin zindanê. Vîna gelê Kurd tune dikin. Kurwê aştiyê dixwazin û li xwe xwedî derdikevin digirin û davêjin zindanê. Em dibêjin 40 salin hûn bi ser gelê Kurd de tên, lê we gelê Kurd tune nekir. Bi van êrîşan gelê Kurd tune nabe. Ger ku îro li Tirkiye pirsgirêka aborî kûr bûbe, sedema wê şerê li dijî gel3e Kurd e. Ger ku hûn dixwazin aboriyê rast bikin, deriyê Îmraliyê vekin û bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Erdogan dibêje ev rojana wê derbas bibin. Raste dolarê wî hene û ji bo wî ne persgirêk in. Lê gel di nava qeyranê de dijî. Çareseriya vê yekê bi çarserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Armanca me ya sereke ewe ku aştî, demokrasî û mafê mirovan li Rojhilata Navîn pêş bikeve ye. Em her dem dibêjin azadî azadî û azadî ji bo hemû gelê Rojhilata navîn. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê li ser şexsê wî bi xwe ye. Li ser hemû gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê ye. Ger ku em têkoşîna xwe xurt bikin em wê tecrîda li Îmraliyê bişkînin. Tecrîda li ser Ocalan li ser me ye. Bo azadî, aştî û demokrasiyê divê em bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin.

'TEQEZ EM WÊ BI SER BIKEVIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî herî dawî derket ser dikê û wiha got: "Em dîsa mil bi milan in û bi hevre ne. Em Stenbol, Îzmir, Çukurova, Efrîn û Şengalê silav dikin. Îro Roja Aştiya Cîhanê li hemû kesan pîroz be. Aştî, hevî, hezkirin, pêşeroj e. Dixwazin, hevî, pêşeroj û hezkirina me ji destê me bigirin. Em qet û qet hêvî û pêşeroja xwe nadin. Em li dijî desthilatdara ku dixwazin qedera me ji destê me bistîne, qet û qet ji pêşeroja xwe venagerin. Em dîsa bi hevre ne û disa li dijî faşîzmê mil bi mil in. Bijî têkoşîna azadiyê. Bijî Amed, Serhad û Botan. Em wê vê têkoşîna azadî û aştiyê bilind bikin. Em tu car li dijî vê desthilata faşîst gavan pavşve navêjin. Em de têkoşina xwe ya aştiyê her roj bêtir bilind bikin. Dema Nazî Polonya dagir kir, 79 sal in li dijî faşîzmê têkoşîna aştiyê tê kirin.

ÎRO BI MILYONAN TÊKOŞERÊ AŞTIYÊ HENE

Ji her demê bêtir bi lez e ku em niha li aştiyê xwedî derkevin. Em her dem dibêjin ên vedigerin bila vegerin, lê em ji rêya xwe venagerin. Ev têkoşîn bi xêra we we qas mezin bû. Hûn wê bi hêza xwe û vina xwe faşîzmê têk bibin. Hûn wê vê îktîdara riziyayî tek bibin. Di dirokê de her dem li dijî zilmê têkoşîna aştiyê pêş ket û didome. Îro bi milyonan tekoşîna aştiyê dide. Orhan Dogan, Musa Anter, Sakine Cansiz, Tahîr Elçî û bi sedan qasiwê me yên aştiyê hene. Em carek din li vir wan bibîr tînin. Têkoşîna wan aştiyê ku dest pê kirin îro gihişt milyonan. Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin. Bila dost û dijmin bizanibe em wê biser bikevin. Teqez em wê bi ser bikevin. Em li dijî zilmê têdikoşin. Em bi xwe hûn bi xwe têkoşîn in. Tecrid li dijî aştîyê ye. Tecrîd li dijî azadiyê ye. Birêz Ocalan bi kedek mezin aştî pêş xist. Birêz Ocalan bi kedek mezin ev pêvajo pêş xist. Lê ev hewldan xera kirin. Ji wê ro jê heta îro, dahl. rez, û dilê de dişewite. Birêz Ocalan dema diyalog û muzakere dest pê kir, her kesî dît ku çawa aştî, aramî pêş ket. Amed û hemû gelan ev dît û her kes şahid e. Birêz Ocalan 7 sal in nikare bi parêzerê xwe re hevdîtni bikin. 783 carin daxwaza parêzeran a hevdîtinê tê redkirin. Destûr nadin ku malbat hevdîtinê bike. Telefon nikare bike. Nikare name bişîne. Ev zilm li dijî nirxê gelê Kurd e. Ev êrîşa li dijî nixê gel e. Em carek din bang li rayedarên Tirkiye dikin û dibêjin dawî li vê zilmê bînin. demek beriya demekê bila parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.

ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN BI TECRÎDA LI SER OCALAN RE DESTPÊ KIR

Şerê li Rojhilata Navîn bi tecrîda li Îmraliyê re destpê dike. Heta ku hûn li dijî vê zilmê dengê xwe bilind nekin hûn ji şirîkê vê yekê ne. Em dibêjn dawî li vê yekê bînin. Em dibêjin dawî li vê îşkenceyê bînin. Ger ku Birêz Ocalan gihiştibûya azadiya xwe wê îro gelê Tirkiyeyê di rewşek pir cuda de bûya. Wê Tirkiye hemû pirsgirêkên xwe yên binesazî tev çareser kiribûna. Lê ji ber ku tecrîd didome, Tirkiye dikeve nava pirsgirêkên ku nikare ji nav derkeve. Divê demek berî demekê em ji vê feraset û vê hikûmetê xwe xelas bikin. Îro bi hezaran hevrêyên me girtî ne. Selehatîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û bi hezaran hevalên me neheq girtî ne. Em qet ji têkoşina wan gavan paşve navêjin. Her roja borî em wê têkoşina wan bilind bikin. Em wan tevan silav dikin. Vî welatî her roj dixin nava pirsgirêkan. Îro sedema hemû krîzan ev îktîdar e. Hem krîza aborî û hem jî krîaz siyasî sedema wê ev îktidar e. Her roj di ekranan de heman derewan dikin. Sedemê dikin hêzên derve. Dibêjin li dijî Tirkiye şerê aborî dane destpêkirin. Lê nayê bîra te, te û wan mil dabûn hev. Ma ne tu bû tu çû Sûriye nimêj kir. Ma ne tu bû te mil da hêzên derve. Li holê zilm heye. Sedema vê zilmê jî ev îktîdar û Erdogan bi xweye. Her roj bang li gel dikin û dibêjin dolarê bin balîga xwe hûr bikin û bikin TL. Her kesî wekî xwe dizanin ku di bin balîga wan de dolar heye. Lê di bin balîga gel de derd, xizanî û êş heye."

AŞTÎ LI ROJHILATA NAVÎN NEBE LI TIRIYE NABE, LI TIRKIYE AŞTÎ NEBE EWROPA JÎ ARMAM NABE

Destûr nedan Çalakiya Dayikên Şemiyê. Ev yek qet nayê qebûl kirin. Dîsa êrîşî cenazeyên me kirin û destûr nedan şînê. Ev yek qet nayê qebûl kirin. Werin em bi hevre li çalakiyên dayikan û şîna malbatên xwe xwedî derkevin. Niha daristanên Dersim, Şirnex dixewitin. Ev talankirin û wêrankirin e. Em dibêjin em li xwezaya xwe xwedî derkevin. Niha çeteyên OSO êrîşî Efrînê dikin. Talan dikin û wêrean dikin. Van kesan para xwe ji sinc û ebyê negirtine. Zilm li her derê ye. Li Idlibê ye. Îro li Idlibê neçareseriyê dispêrin. Lê em dibejin her dem gelê Sûriye wê bi xwe der barê pirsgirêken nava xwe de biryarê bidin. Heta aştî û demokrasî neyê Rojhilata Navîn neyê Tirkikiye. Ez li vir bang li Ewropa jî dikim. Heta Aştî neyê Tirkiye aramî jî nayê Ewropa. Em dibêjin dest ji bazirganiya penaberan berdin. Em hemû li ser hemû cîhanê dijîn. Ger ku em rê li pêş zilmê negirin. Ev zilm wê hemû cîhanê bipêçe. Em hêza xwe ji Efrîn, Kobanê, Mahabat, Kerkuk û dîrokê distînin. Tirkiye îro perçebûna herî kûr dijî. Sedema ve yekê jî polîtîkaya iktidara AKP'ê ye. Îktîdara AKP'ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê şer îlan kiriye. Le em wê li dijî mirinê jiyanê pêş bixin. Li dijî şer aştiyê pêş bixin. Em dîsa dibêjin aştî bi têkoşînê peş dikeve. Bijî azadî, edalet,. demokrasî, wekhevî û edalet. Ez bang li ciwanan dikim. Ev têkoşîn bi hevî û têkoşîna ciwanan heta niha hat. Bijî têkoşîna aştiyê. Bijî têkoşîna aştiyê."

Mîtîng bi stranên Koma Agirê Jiyan û gerandina govendê ve bi dawî bû.