MLKP/Kurdistan: Îrfan Gerçek rêya me ronî kir!

MLKP/Kurdistan, têkildarî hevrêyê xwe Îrfan Gerçek ê şehîd bûyî daxuyaniyek da.

MLKP/Kurdistan têkildarî hevrêyê xwe Îrfan Gerçek (Baran Dersim/Mûnzûr Onûr) a ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû qetilkirin peyamek nivîskî da.

MLKP’ê di peyama xwe de têkildarî Gerçek ev tişt got: “Di malbateke şoreşger de hatiye dinê, ji bo rûmet û azadiyê di temenê xwe yê ciwan de tevlî têkoşînê bûye. Temenek ji çalakiyên demokratîk bigire heta, heta girtin û tevlîbûna nava refên gerîla li gelek deveran bi girêdaneke mezin û biryardarî xebat kiriye.”

‘RÊ NÎŞAN DA’

Di dewama peyamê de ev tişt hate gotin:

“Hevrêyê me Îrfan Gerçek, weke yek ji nûnerê hêvî û kêfxweşiya şoreşê dikir, li Dersimê weke ku dixwest dest bi çek şer kir, ji bo yên li pey xwe rê nîşan da. Bi hevrêyên xwe ve şer kir, bi hevrêyên xwe re girêdaneke mezin kir. Li gorî şirûda Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan a ‘Wê faşîzim têk biçe, gelê li ber xwe dide wê serbikeve’ bû yek ji kesên pêşeng. Ala Şoreşa Yekbûyî bilind kir.

Di kesayeta hevrê Îrfan de hemû şehîdên Dersimê bi rêzdarî û girêdan bibîr tînin. Di serî de ji malbata bi nirx û rûmet hemû xizmên wan re sersaxî dixwazin. Ji bo yên li pey mane soza girêdana şoreşê didin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYÊ

Nasnav: Baran Dersim/Mûnzûr Onûr

Nav û Paşnav: Îrfan Gerçek

Navê Dayikê-Bav: Fîntoz- Îbrahîm

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dersim/13’ê Tebaxa 1985’an

Cihê û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim/28’ê Tebaxa 2018’an