Li Payizava 2 gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand li Payizava ya Wanê, 22’yê Tebaxê di şer de du gerîla şehîd bûne  û nasnameya wan ragihand.

HPG’ê got, ‘’22’yê Tebaxê saet 12.30’an artêşa TC’ê ya dagirker li qada Tirşinê ya Payizava ya Wanê operasyonek da destpêkirin’’.

Daxuyaniya HPGê wiha ye:

‘’Hêzên dagirker bi balafirên şer û helîkoptêrên tîpê kobra qad bombe kirine û piştî bombekirinê helîkoptêrên skorskyê leşker li qadê danîne. Piştî ku leşker hatine danîn, di navbeyna hêzên me û leşkerên dagirker de şerekî giran rû daye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, hevalên me Dijwar û Rûken ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin, şehîd bûn.

Agahiya nasnameyê ya du gerîlayên ku şehîd bûne, wiha ye:

Nasnav:  Dijwar Colemêrg
Nav û Paşnav: Yilmaz Aşan
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Navê Dayik - Bav: Caziye - Omer
Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an

Dijwar – Yilmaz Aşan

Nasnav:  Rûken Faraşîn
Nav û Paşnav: Nîharî Yacan
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Hezni - Omer
Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an

Rûken – Nîharî Yacan