‘Em dixwazim sefîrê Tirk were dadgeh kirin’

Aliyên siyasî yên Kerkûkê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz ya li Kerkûkê ku gotibû; ‘Kerkûk axa bav û kalên me ne’ nîşan dan û gotin ku daxuyaniyên bi vî awayî xizmeta yekîtî û yekrêziya pêkhateyan nake.

Di rojên Cejna Qurbanê de Sefîrê Mezin ê Bexda ê Tirk yê Fatîh Yildiz serdana bajarê Kerkûkê kiribû û gotibû ku Kerkûk axa bav û kalê wane. Li hember wê ti helwestekî Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê derneketibû. Li dijî vê aliyên siyasî yên Kerkûkê bêdengî û helwesta aliyên peywendîdar û daxuyanî şermezar kirin.

Aliyan li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn û bibîrxistin ku daxuyaniyên sefîrê Tirk metirsîdar e û divê di demek herî nêzîk de di derbarê wî de lêpirsîn were destpê kirin.

‘DAXUYANÎ TÊ WATEYA DAGIRKIRINÊ’

Têkildarî mijarê Endamê Desteya Rêveber a Eniya Demokrasiya Gel Zamo Kerkûkî ev tişt got: “Gotinên Sefîrê Tirk tê wê wateyê ku niyeta wan a dagirkirina Kerkûk heye û qirêjiya Tirk nîne û gelek paqij e. Ji bo piştgirî kirinê serdana hêza Tirkmenî kiriye û dixwaze Kurdan li Kerkûkê bê bandor bike. Gotina wî ya Kerkûk xaka bav û bapîrên wan e, bi xwe di nav neteweyên Kerkûkê de pirsgirêk daye çêkirin.”

Li ser heman mijarê Berpirsê Tevgera Goran ê Kerkûkê Mihemed Golderî jî ragihand ku ev gotinên Fatîh Yildiz metirsîdar e û got ku li gorî wî Tirkiye dixwaze dîroka dagirkeriya ser bajarê Kerkûkê vegerîne weke milkê xwe.

‘BÊDENDIYA ALIYAN KIR KU YILDIZ VAN GOTINAN BIKE’

Golderî wiha nirxand: “Li gorî min Fatîh Yildiz cesareta gotinên bi vî awayî ji bê dengiya partî û aliyên siyasî digre. Cesaret nakin ku bersîva wî bidin. Cesaret nakin ku leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derbixînin. Eger Tirkiye îro ji bo Kerkûk ev gotin kiriye, wê sibe ji bo Mûsil û Bexda jî bike.”

‘GOTINÊ SEFÎRÊ TIRK LI DIJİ HIQÛQÊ NE, DIVÊ BÊ DADGEHKIRIN

Cîgirê Yekem ê Berpirsê Melbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ê Kerkûkê Mela Mehmûd jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Dewleta Tirk li ti cihî bawerî bi hev re jiyanê nemaye. Em dibînin li Tirkiyê mafê Laz, Çerkez, Kurd, Ereb û hemû netewên ku li Tirkiyê dijîn, qebûl nake û ketiye nav krîzek mezin ya aborî û rêveberiyê. Ji ber wê dixwaze pirsgirêkên xwe belavî welatên derdor jî bike. Ew gotinên ku kirine li dijî destûr û edetêne. Pêwîst e Iraqî wî dadgeh bike.”

‘HIKÛMETA IRAQÊ DIVÊ HELWESTÊN CIDÎ NÎŞAN BIDE’

Her wiha Berpirsê Desteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê Hisên Kerkûkî jî ragihand ku Sefîrê Tirk ê Bexda û konsolê Tirk li Hewlêrê karê sîxurî dikin ne karê dîplomasî.

Hisên Kerkûkî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di kevneşopiya dîplomasiyê de pêwîste rêz li destûr û zagonên wî welatî were girtin. Lê dewleta Tirk rêz li yasa û serweriya Iraqê nagre. Pêwîste Hikûmeta Iraqê li hember ew binpêkirinên ku Tirkiye dike helwestek cidî nîşan bide.”