Îran: Ji bo Iraqê me moşekên balîstîk neşandiye

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê, nûçeyên têkildarî Îranê moşekên balîstîk ji bo Iraqê şandiye derewand.

Têkildarî nûçeyên li ser dezgehên çapemeniyê hatine belavkirin ku Îranê moşekên balîstîk ji bo Iraqê şandine, berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Behrem Kasimî daxuyaniyek da û agahî derewand.

Kasimî îdîayên ku Îranê moşekên balîstîk ji bo Iraqê şandiye red kir û ev îdîa weke ‘bê spandin’, ‘bê wate’ û ‘pêkenîn’ îfade kir.

Kasimî wiha got: “Îdîayên derew, nerast û bê bingeh ku ji aliyê Îranê ve moşekên balîstîk hatiye dayîna Iraqê û domandina wê, parçeyek ji siyaseta Îranofobiyê ye. Armanca van nûçeyên derew û pêkenîn di serî de têkiliyên me yên bi welatên cîran ên Îranê û hemû welatên din ên cîhanê re xirabike ye.”

Li gorî nûçeya duh a di Reûtersê de hatibû belavkirin, hatibû îdîakirin ku Îranê bi mehan e ji bo tevgerên Şiî yên di rewşa mutefîk ên Iraqê de ne moşekên balîstîk ên navber kin hem jî wesayîtên hilberandina moşekan şandiye.