Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Çarçellayê çalakiyeke berfireh li dijî artêşa Tirk hatiye lidarxistin û herî kêm 15 leşker hatine kuştin. Li Bradostê jî leşkerek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Li bajarê Wîesbaden ê Elmanyayê bi çarçoweya festîvaleke hunerê peykerê Erdogan hatibû danîn. Li ser helwestan peyker hate rakirin. Li ser peyker 'Hîtlerê Tirk' hate nivîsîn.

Lîreyê Tirk li bara dolaran dihele, saziya derecekirina krediyan Moody’s nota saziya darayî kêm kir. Baweriya bi aboriyê jî 9 ji 100’î ket.

Erdogan ku Îlonê wê biçe Elmanyayê li her devera Elmanyayê wê were şermezarkirin.Gelek sazî û dezgehan demên çalakiyê diyar kirin û banga tevlêbûna li çalakiyê kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang kir ku ‘edab’a Idlibê, ku Idlib bi rengê ‘hêlîna herî dawî ya mezin a terorê’ were qedandin.

Pasdarên Îranê li Kirmaşanê 2 kolber birîndar kirin.

Li pêşiya bajarê Kaîm ê Iraqê, bi wesayiteke bombebarkirî li dijî bendeke kontrolê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 11 kes mirin.