Li Elmanyayê peykerê 'Hîtlerê Tirk' hate rakirin

Li bajarê Wîesbaden ê Elmanyayê bi çarçoweya festîvaleke hunerê peykerê Erdogan hatibû danîn. Li ser helwestan peyker hate rakirin. Li ser peyker 'Hîtlerê Tirk' hate nivîsîn.

Peykerê Erdogan ê ku li festîvala hunerê ya Wîesbadanê bi çarçoweya ‘Bîennale’ li navenda bajêr hatibû danîn, hate rakirin. Organîzatorên festîvalê gotin bi wesîleya vî peykerî wan xwestiye ku raya giştî ji bo nîqaşê teşwîq bikin lê bertek li wan vegeriya. Gelek kesan helwest nîşan dan. Piştî danîne peyker gelek şîroveyên dijber hatin û li ser peykerê Erdogan 'Hîtlerê Tirk' hate nivîsin. Sêşemê nîqaşên li ber peyker zêde bûn û rageşiya di navbeyna alîgirên Erdogan û dijberên faşîzmê de zêde bûn.

Berpirsê ewlehiya xwecih Olîver Franz ji rojnameya Wîesbadener Kurîer re axivî û got, di navbeyna du aliyan de pevçûn derketiye.

Li ser vê şaredarî neçar ma ku biryara rakirina peyker bide. Şaredariyê li ser Twîtterê got, ‘"Li ser lihevkirina bi polîsan re, şaredariyê biryar da ku peyker rake, ji ber ku ti mîsogeriya ewlehiyê nedida."

Berdevka xwecih a partiya Alternatîf ji bo Elmanya (Afd) Emîl Sanze got, organîzator, ‘Tiştekî wiha kelevajî kirine ku qad ji wî despotî re vekirine  ku hemû kar û barê wî kêmkirina Elmanan e."