Lîre rûxiya, dora benqeyan e

Lîreyê Tirk li bara dolaran dihele, saziya derecekirina krediyan Moody’s nota saziya darayî kêm kir. Baweriya bi aboriyê jî 9 ji 100’î ket.

Lîreyê Tirk vê sibehê li bara dolaran 1,5 ji nirx ket û bi 6.3870’yî hate firotin.

Êvara Sêşemê saziya derecekirina krediyan Moody’sê nota 18 benqe û saziyên darayî kêm kir.

Li gorî rapora Moody’sê îhtîmala ji nirx ketina lîreyê Tirk zêde ye û derfetên fondanê kêm e. Ji ber xirabbûna veberhênanê xwegihandina piyaseyan a fînansmanê jî kêm sînordar dike.

Li gorî Moody’sê ku nîvê Tebaxê nota Tirkiyê bi perspektîfa negatif kêmî ‘Ba3’yê kirî, benqeyên Tirk ji ber pêgiriya bi dowîza biyanî ya fînansmanê hatiye ber rewşa şikestinê.

Moody’ê got pasîfên ku di ser dowîzê re dikin, ji ber ku tim divê werin fînansekirin, pergala benqeyên Tirk derbarê veberhênanên potansiyel gellekî hesas in.

Di raporê de tê gotin benqe di nav 12 mehan de, neçar e dowîzên hewce û deynan ku bi bihayê 77 milyar dolarî ye, finanse bikin.

Moody’sê diyar kir kambaxbûna rewşa aborî ya Tirk ‘enflasyonê zêde dike û zenê tîne ser rabûna aborî’ û pêşbîniya wê kir ku sala 2018’an 1,5 ji 100’î û 2019’an jî 1 ji 100’î mezin bibe.

Di raporê de her wiha hate gotin wêdetirî texmînên bi çarçoweya operasyon rewşa Tirkiyê ne baş bûye û ev ê berdewam jî bike.

Lîreyê Tirk ji serê salê ve li bara dolaran 40 ji 100’î  ji nirx ketiye û di nav mehekê de ev 24 ji 100’î bûye.

Her wiha li gorî daneyên TUÎK’ê, endeksa ewlehiya aborî Tebaxê li gorî meha beriya wê 9 ji 100’î kêm bûye.