HPG'ê li Geverê derba giran li artêşa Tirk xist: 15 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Çarçellayê çalakiyeke berfireh li dijî artêşa Tirk hatiye lidarxistin û herî kêm 15 leşker hatine kuştin. Li Bradostê jî leşkerek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya 27'ê Tebaxê ya li bejahiya Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh li dar xistin. Agahiyên li ser van çalakiyan wiha ne:

LI GEVERÊ DERBA GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN: 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 27'ê Tebaxê saet 15:10'an, hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Meclîsê yê li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji 2 baskan ve li dijminê li ser gir hate xistin û 3 çeper û stargehek bi temamî hatin rûxandin. Hêzên me bi rengekî fedayî xwe gihandin ser gir û di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hevalê me Mûsa Rojdî ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çû, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li herêmê barand û bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên êrîşê yên Kobra, termên xwe û leşkerên birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Piştî ku mirî û birîndarên xwe rakir, li herêmê dest bi operasyonê kir."

NASNAMEYA GERÎLAYÊ ŞEHÎD

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Mûsa Rojdî

Nav paşnav: Bedrî Bozkûrt

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Asiye-Alî

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg

Musa – Bedri Bozkurt

LI HERÊMA BRADOSTÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN, 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên din ên gerîla ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me 28'ê Tebaxê saet 7'an, li herêma Bradostê ya Sidekanê ku li nava Başûrê Kurdistanê ye, li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Bi çar baskan li girê dijmin li ser bû hate reşandin û di encamê de 5 çeper hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û yek jê fermandarê li ser gir 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li derdora gundên Lêlîkan û Bênesenanê barand. Ji ber bomberdûmanê hin heywanên gundiyan telef bûn.

OPERASYONA LI LICÊ BÊ ENCAM MA

18'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker li herêma Pîrejman a navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Operasyon 14'ê Tebaxê bi rengekî bê encam qediya.

ÇALAKIYA GERÎLA YA LI LICÊ

10'ê Tîrmehê hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li ser girê Tîm ê navçeya Licê çalakiyek lidar xistn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin."