Li Iraqê ji ber êrîşa xwekujî herî kêm 11 kes mirin

Li pêşiya bajarê Kaîm ê Iraqê, bi wesayiteke bombebarkirî li dijî bendeke kontrolê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 11 kes mirin.

Berpirsyarê polîsan Mahmûd Casim ji AFP'ê re ragihand ku li gorî dema herêmê saet 9'an êrîş pêk hatiye û di encamê de 5 jê endamên hêzên ewlekariyê 11 kes mirine. Hate gotin, du ji kesên mirin leşker bûn, 3 jî milîsên Heşdî Şabî yên Şîa.

Casilm diyar kir ku ji ber teqînê 11 sivîl û 5 endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Bajarê Kaîm bi 340 kîlometreyî li rojavayê paytext Bexdayê ye. Hêzên hikumetê Mijdara 2017'an kontrola vî bajarî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê derxistibûn.

Piştî mehekê jî Serokwezîr Haydar El Ebadî îlan kiribû ku şerê li dijî DAÎŞ'ê qediya ye. Lê belê çeteyên ku li ser sînor û çolê xwe veşartine, hîn jî êrîş dikin.