Rûsyayê ji operasyona Idlibê re got, ‘erê’

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang kir ku ‘edab’a Idlibê, ku Idlib bi rengê ‘hêlîna herî dawî ya mezin a terorê’ were qedandin.

Lavrov li ser Idlibê, ku Enqere, Tehran û Mosowê di hevdîtinên Astanayê de bi rengê ‘herêmên bê şer’ diyar kiribûn, got, ‘’hêlîna herî mezin a terorê’.

Wezîrê Rûs wiha got: ‘Hêlîna herî mezin a dawî ya wan terorîstan ku li ser qadên bi statûya bê şer spekulasyonê dike, hewl dide ku sivîlan bike mertalên zindî û hewl dide serî li wan komên çekdar bitewîne ku hazir in bi hikûmetê re rûnin’.

Lavrov her wiha Rojavayî tawanbar kirin, bi îdîaya ku hewl didin operasyonê asteng bikin. Lavrov piştî ku bi Wezîrê Karê Derve Adel El Cubeyr re rûnişt daxuyaniya çapemeniyê da û got, ‘’Hêvî dikim ku hevkarên me yên Rojavayî provkasyonan teşwîq nekin û li dijî operasyona antîterorê nebin asteng’’.

Lavrov got Eniya El Nusra ji bo ku hebûna xwe bidomîne, li Idlibê haziriya êrîşa bi çeka kimyewî dike.

NY: LI IDLIBÊ DIBE KU 800 HEZAR KES CIH BIGUHERIN

NY’yê got heke operasyonek li ser Idlibê bibe 800 hezar kes wê neçar bimînin ku cihê xwe biguherin. Berdevka Bûroya Koordînasyona Karê Mirovî ya NY’yê Lînga Tom li Şamê axivî û got, hijmara mirov^ne ku pêdivî bi alikariyê hene bi rengekî dramatîk zêde dibin.