Çanda dengbêjiyê li nava refên gerîla didomîne

Gerîla Dozger, çanda dengbêjiyê ku cihekî xwe yê taybet di dîroka Kurdan de heye, li nava refên gerîla didomîne.

Dengbêj hem dîrok û zimanê civaka xwe diparêzin, hem jî nûnerên herî mezin ên çanda devkî ne. Bi taybetî li herêma Serhedê dengbêj Şakiro, Evdalê Zeynikê, Kerapetê Xaco û hwd. çanda civaka Kurd hatiye parastin. Dengbêjî û klam, li herêma Serhedê bi Evdalê Zeynikê bi rengekî resen derkete pêş û li tevahiya erdnîgariya Mezopotamyayê belav bû. Nifşên ku piştî Evdalê Zeynikê gihan, berevajî dengbêjên beriya xwe ku bêyî amûrekê distiran, êdî mey jî bi kar anîn.

ZIMAN JI HOLÊ RABE, NETEWE JÎ JI HOLÊ RADIBE

Gerîla Dozger jî yek ji wan e ku dixwaze çanda dengbêjiyê bidomîne. Bi dengê xwe yê ji dil, li çiyayên azad dengbêjekî azad e. Gerîla Dozger diyar kir ku dengbêj ji bo ji ziman û çanda xwe dûr nekevin, bi dengbêjiyê dîrok timî zindî kirine û got, "Li dijî kujerên ku dixwazin zimanan ji holê rakin, Kurdan hem bi dengbêjiyê, hem jî bi çîrokên xwe çanda xwe parastine."

Gerîla Dozger destnîşan kir ku dengbêjiya çanda Kurd bi taybetî li herêma Serhedê didome û got, "Yek ji sedemên herî mezin ên parastina zimanê me, dengbêjî ye. Kir ku em heta nvê serdemê zimanê xwe biparêzin û bigihînin vê rojê. Hêzên kujer di herikîna dîrokê de gelek mirov ji cih û warên wan koçber kirin û bi qedexekirina zimanê wan ew ji holê rakirin. Dema ku ziman ji holê rabe, netewe jî ji holê radibe. Dengbêjî ji bo parastina çandê bi rola herî mezin rabûye. Dengbêjî bi hestên kûr tê kirin. Stranên ne yên me, bi heman hestê nayên gotin. Ji ber ku klamên em bi ziman û çanda xwe tînin ziman, hestên me nîşan didin."