HPG'ê şehîdên Gabarê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîlayên bi navê Botan Cîzre, Çirav Botan, Serdem Azadî û Xelîl Demhat ên li Çiyayê Gabarê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê 4 gerîla şehîd bûne û kesek jî teslîmî artêşa Tirk bûye.

Navendê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "3'ê Tîrmehê saet 23:40'î, yekîneyeke me ku li herêma Deriyê Gabarê ya Çiyayê Gabarê bi erka xwe radibû li leşkerên artêşa TC a dagirker rast hat. Artêşa dagirker ku ji bejahî ve nekarî li dijî hêzên me şer bike, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa ataş bombe li herêmê barand. Ji ber bomberdûmanê hevrêyên me Botan Cîzre, Çirav Botan, Serdem Azadî û Xelîl Demhat şehîd bûn. Kesê bi navê Brûsk Bagok (Sebahattîn Yildiz jî teslîmî hêzên dijmin bû."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Botan Cîzre
Nav paşnav: Adem Ozalp
Cihê jidaykbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Medîne-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

***

Nasnav: Çirav Botan
Nav paşnav: Husnu Can
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Şukriye-Afat
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

***

Nasnav: Serdem Azadî
Nav paşnav: Hadî Kakareş
Cihê jidayikbûnê: Serdeşt
Dayik-Bav: Mîna-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

***

Nasnav: Xelîl Demhat
Nav paşnav: Hîkmet Karahan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Necîbe-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex