Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, li ser bexwendina hikumeta Sûriyeyê bi awayekî fermî serdana Şamê kir.

Li ser rêya Şirnex-Cizîrê li konvoya leşkerî hate xistin

CPT li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekarî bi erk û berpirsyariya xwe rabe. CPT hin caran çû serdana Îmraliyê û bêhiqûqî tespît kir, lê jê re nebû bersiv.

Parlamenter Jelpke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da ku saziyên Kurdan krîmînalîze dike û got, "Li gorî rapora dawî, hejmara endamên PKK'ê yên li Elmanyayê zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku qedexe bi kêr nayê."

HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Gabarê eşkere kir

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, plana Brexîtê ya ku hikumeta Brîtanyayê beriya çend hefteyan pêşkêş kiribû, red kir.

Parêzer Mazlûm Dînç ku 7 sal in nikare muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, diyar kir ku qedexekirina hevdîtinê li dijî hiqûqê ye û got, wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.

ÎHD'ê rapora li ser binpêkirina mafê mirovan a 6 mehan eşkere kir

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ji ber girtina Pastor Andrew Brûnsûn a li Tirkiyê,  gefa fişaran li Enqerê xwar. Rojnameya Washington Postê nivîsî ku sedema rast a qeyranê “peymana pevguherînê” ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, beriya niha bi mehekê li Efrînê dengbêj Hesen Ebdo revandin. Agahî jê nayê girtin.

Germahiya li Bakurê Ewropayê îro jî didome. Germahiya ku bandorekî mezin li Ewropa dike, îro gihişte rekorê. Şewata daristanên li Yewnanistan û Swêdê jî dewam dikin.

Rêveberiya Yewnan: Dibe ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin