HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Gabarê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Gabarê di şer de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta du gerîlayên YJA Starê yên 20'ê Adarê li Botanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "20'ê Adara 2018'an li herêma Çiyayê Bizina ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me yên gerîla de şer qewimî. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. 2 gerîlayên me heta fîşeka xwe ya dawî bi canbexşane şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Madora Serêkanî
Nav paşnav: Vehbiya Alî
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Dayik-Bav: Emîra-Hisên
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Adara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Xwînda Marînos
Nav paşnav: Aysel Dûman
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Perîşan-Mehmet Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Adara 2018'an / Şirnex

Di dawiya daxuyaniyê de li ser şehîdan ev agahî hatin dayin:

XWÎNDA MARÎNOS

"Hevala me Xwînda Marînos li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku malbat nêzî têkoşînê bû û gelek mirovên ji xizmên wê tevlî nava têkoşîna azadiyê bûbûn, hevala me Xwînda jî di emrekî biçûk de têkoşîn nas kir û sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de xwedî li nasnameya jinê ya azad derket û bû yek ji gerîlayên YJA Starê yên dilsoza Rêber Apo. Hevala me Xwînda ji aliyê gerîlatiyê ve xwe perwerde kir û bû gerîlayeke şareza. Heta dawiyê bi nirxên hevrêtiyê re dilsoz bû. Li herêma ku lê ji dayik bû, li Botanê heta nefesa xwe ya dawî bi rengê canbexşane gerîlatî û şer kir.

MADORA SERÊKANÎ

Hevala me Madora Serêkanî li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Bi destpêkirina şoreşa rojava re bala wê bêhtir çû ser têkoşîna azadiyê. Hevala me Madora sala 2013'an berê xwe da çiyayên azad û pê bawer bû ku heta gelê me li çar parçeyên Kurdistanê azad nebe, wê aramî nekeve nava gelê Kurd. Bi hest û hişmendiya neteweyî tevlî nava refên têkoşînê bû û li ser vê bingehê xwe bi pêş ve bir. Tevî ku emrê wê ciwan jî bû, bû gerîlayeke şareza ya YJA Starê. Li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo ya jinên azad, ji bo şerekî xurtir bike berê xwe da Botanê. Û ji bo azadiya gelê Kurd heta kêliya dawî bi rengekî canbexşane şer kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji ber her du şehadetan sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz re xwest û got, "Em soz didin, heta ku em gelê xwe azad bikin, ku armanca şehîdên me bû, em ê bi rengekî bê eman têkoşîna xwe bidomînin."