'Rapor mikurhatina bikêrnehatina qedexeya li ser PKK'ê ye'

Parlamenter Jelpke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da ku saziyên Kurdan krîmînalîze dike û got, "Li gorî rapora dawî, hejmara endamên PKK'ê yên li Elmanyayê zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku qedexe bi kêr nayê."

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, rapora xwe ya par roja Sêşemê ji çapemeniyê re eşkere kiribû. Di raporê de hate ragihandin ku PKK li gorî salên bihurî hêza xwe dipareze û hejmara "endam û alîgirên" PKK'ê yên li Elmanyayê 14.500 kes e. Hatibû îdîakirin ku par ev hejmar 14 hezar bû.

Di raporê de saziyên Kurdan ên weke Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), Azadî ku ji bo mafên girtiyên Kurd têdikoşe û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hatin krîmînalîzekirin. Yek ji kesayetên li Elmanyayê ku nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jeplke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da û tespîtên di raporê de hatin kirn rexne kir.

'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BI KÊRÎ KESÎ NAYÊ'

Berdevka karên hundir a Partiya Çep Jelpke li ser raporê ji ANF'ê re axivî. Jelpke ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel xwest ku dest ji siyaeta krîmînalîzekirina Kurdan berde û got, qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî kesî nayê.

Jelpke da xuyakirin ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê niha firsendên gelekî girîng derketine holê û wiha dewam kir: "Li gorî rapora dawî hejmara endamên PKK'ê yên li Elmanyayê li gorî salek berê zêdetir bû. Ev yek mikurhatina wê yekê ye ku qedexe bi kêr nayê. Ji bilî rehetkirina dilê endamê NATO'yê Tirkiyeyê, qedexe bi kêrî tiştekî din nayê."

Parlamentera Elman destnîşan kir ku welatiyên Kurd ên li Elmanyayê dimînin, ji ber ku tenê piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan dibin hedefa qedexeyan û got, ev yek jî binpêkirina mafên destûra bingehîn e.

'ÎSTÎXBARAT BI RENGEKÎ VEKIRÎ ÊRÎŞÎ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DIKE'

Siyasetmedara Elman tespîteke din a di raporê de şermezar kir ku rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ya ku li Elmanyayê bi fermî tê weşandin weke "rojnameya PKK'ê" bi nav kir û got, "Armanca îstîxbaratê ew e ku nehêle nûçeyên li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd bên weşandin û destûrê nede ku sûcên şer ên dewleta Tirk dike bên bihîstin."

Jelpke da xuyakirin ku saziya îstîxbaratê ya Elman bi nêzîkatiya dewleta Tirk, van saziyan weke 'terorîzmê' dibînin û ji bo gotinên li dijî rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ev tespît kir: "Ev yek bi rengekî vekirî tê wateya êrîşa li dijî çapemeniya azad."

'ÎSTÎXBARAT BI TAKTÎKÊN ERDOGAN TEVDIGERE'

Yek ji beşên balkêş ên rapora îstîxbarata Elman ew e ku hate îdîakirin, kampanyayên li Ewropayê yên ji bo dengê "Na" ya guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê ji aliyê alîgirên PKK'ê ve hatine organîzekirin. Parlamentera Elman ev tespîta îstîxbaratê bi tundî rexne kir û işaret bi van xusûsan kir:

"Di dema referandûma destûra bingehîn de ku pêşî li rejîma dîktatoriyê vekir, mîna li Tirkiyeyê i Ewropayê jî hêzên demokratîk ên ji HDP'ê, sosyal demokrat, lîberal û komeleyên Elewiyan, di bin sîwana kampanya 'Na' de li hev civiyan. Îstîxbaratê kampanyayeke bi vî rengî ya berfireh kir karê PKK'ê. Ev yek dişibe taktîkên Erdogan. Wî jî di dema dengdana li ser destûra bingehîn de hemû dijberên xwe weke 'terorîst' sûcdar kiribû.

Eger alîgirên PKK'ê li dijî dîktatoriya yek zilamî tevgeriya be û kampanya organîze kiribe, ev yek nîşan dide ku PKK bi rastî jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşe. Lewma berevajî texmîna Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, PKK rêxistineke terorîst nîne."