Yekîtiya Ewropayê Plana Brexîtê ya Brîtanyayê red kir
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, plana Brexîtê ya ku hikumeta Brîtanyayê beriya çend hefteyan pêşkêş kiribû, red kir.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, plana Brexîtê ya ku hikumeta Brîtanyayê beriya çend hefteyan pêşkêş kiribû, red kir.
Plana li ser têkiliyên du alî yên piştî derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê Serokwezîr Theresa May ve hatibû pêşkêşkirin.
Lê belê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji ber hin xalên di Plana Brexîtê de, plan wê neyê qebûlkirin.
Muzakerevanê sereke yê Brexîtê yê Yekîtiya Ewropayê Mîchael Barnîer diyar kir ku pêşniyara Londonê ya ji bo komkirina bacên gumrukê ji hêla her du aliyan ve, ji bo welatên ne endam nayê qebûlkirin. Barnîer piştî hevdîtina bi Wezîrê Brexîtê yê Brîtanyayê Domînîc Raab re axivî û got, "Pêwîste her yekîtî ya jî peymana gumrukê li gorî vê prensîbê tevbigere." Barnîer bi vî rengî destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa wê ji bo welatekî din baca gumrukê kom neke.
Li ser statuya gumrukê ya Îrlanda Bakur Barnîer diyar kir ku divê hikumeta Brîtanya bi pêşniyarên nû bê.
Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê ragihandibûn ku ew ne alîgirê wê yekê ne ku di navbera Îrlanda Bakur û Îrlandayê de kontrolên tund li ser sînor werin kirin.