Ewropa dikele û dişewite

Germahiya li Bakurê Ewropayê îro jî didome. Germahiya ku bandorekî mezin li Ewropa dike, îro gihişte rekorê. Şewata daristanên li Yewnanistan û Swêdê jî dewam dikin.

Germahiya li Bakurê Ewropa hê jî didome. Şewata daristanan ên li Yewnaistan û Swêdê jî hê didomin.

YEWNANISTAN

Şewata ku roja Yekşemê li Yewnanistanê destpê kirî hê jî didom. Hate ragihandin ku heta niha hejmara kesên mirine gihiştiye 87’an. Li bendêye ku li Atîk, Atîna û bakurê welat baran bibare. Li herêma Matî ya bandora şewatê, tîmên rizgarkirinê û lêgerînê jî xebatên xwe didomînin.

SWÊD

Li Swêdê jî roja herî germ a sala 2018’an îro weke 34,6 hate nîşandan. Li herêma Scanîe rayedaran hişyarî dan gel. Lê li bendêye ku dawiya hefteyê baran bibare.

FÎLANDIYA

Li Fîlandiyayê jî ji bo mudaxeleyî şewata li Sêwdê bikin 30 tîmên agirkujiyê dişînin. Li bendê ye ku tîmên agirkujiyê sibe saetên zû bigihêjin welat.

BÎRÎTANYAYA MEZIN

Li Bîrîtanyaya Mezin jî tevî barana ku bi rojan bû li bendê jî, rayedaran hişyariya ku hê jî bejahî hişke divê tu kes agir nekin. Baran wê heta sibe bidome. Tunela Manş a di navbera Fransa û Bîrîtanyayê de ji ber gemaya zêde sîstema sarkeriyê çûn û hatin hatiye sînordarkirin.

Kargeha Trenê ya Londonê jî hişyarî kir ku mirov nekevin ser rêya rêwîtiyê.

FRANSA

Li apartmana 21’an a Fransayê ji ber germaya zêde, zenga pirteqalî hatiye dayîn. Germahiya di pileya 35-38’an de ye, li bendê ye ku dawiya hefteyê kêm bibe.

ELMANYA

Li hinek welatên Elmanyayê jî pileya germahiyê gihiştiye 39’an jî. Li bajarê Hambûrgê rayedaran teqandina guleyên hewayî ya çandî betal kir.

Li daristana 50 kêlometreyan dûrî Berlînê jî şewat derket.

HOLLAND

Li Hollandayê şeva ku Pêncşemê bi Înê ve dide girêdan germahiya bi pileya 24,4 weke şeva herî germ kete dîrokê.

Li Hollandayê di rewşeke cidî de şewata daristanan derketiye. Di navbera 1-25’ê Tîrmehê de li gelemperiya welat li 1143 daristanan şewat derketiye. Li gorî sala borî heman rojan rêjeya şewata daristanan 187 bû.