Di navbera Washington-Enqerê de ‘Qeyrana Brûnson’

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ji ber girtina Pastor Andrew Brûnsûn a li Tirkiyê,  gefa fişaran li Enqerê xwar. Rojnameya Washington Postê nivîsî ku sedema rast a qeyranê “peymana pevguherînê” ye.

Di nûçeyeke Washington Postê ku bi mohra çar nûçegihanan hatî weşandin de hat angaştkirin ku di navbera serokê DYA’yê Donald Trûmp û serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de peymaneke ‘pevguherînê’ heye. Li gorî rojnamê di navbera 11-12’ê Tîrmehê de di civîna NATO’yê ya li Brukselê ev peyman hatiye çêkirin.

Li gorî angaştê li hemberî serbestberdana Brunson Trump, wê bibe navbeynkar ku welatiya Tirkiyê Ebrû Ozkan a li Îsraîlê girtî ye.

Derbirandin ku di dorhêla vê peymanê de  Trûmp roja 14’ê Tîrmehê li serokê Îsraîlê Bînyamîn Netenyahû geriyaye.

Ozkan a bi sûcdariya ku ‘pere û amûrê bi biha dide Hamasê, di 11 Hezîranê de hatibû destgîrkirin, 15’ê Tîrmehê hatibû serbestberdan.

Di 25’ê Tîrmehê de jî, Brunson ê ku 2 sal li Îzmîrê di girtîgehê de hate ragirtin, cezayê wî veguhertin cezayê ragirtina malê.

Li ser vê gava Enqerê, alîkarê serokê DYA’yê Mike Pence û wezîrê karê derve yê DYA’yê Mike Pompeo, bi hinceta ku “Ev biryar ne bes e” bertek nîşan dan.

Washington Postê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku di navbera Trûmp û Erdogan de hevdîtineke ‘Bi hêrs’ pêk hatiye.

Rayedarekî Qesra Spî ku ji rojnameyê re axivî anî ziman; “Tirkiyê firseteke rastî ji dest revand. Pastor Brûnson ne mijara bazariyê ye.”

Piştî vê angaşta rojnamê, Ajansa Reûters a Îngilîstanê, mijara bi Ebrû Ozkanê re têkildar ji rayedarên Îsraîlê pirsî. Rayedarê Îsraîlê piştras kir ku daxwaza serbestberdanê ji serokê DYA’yê hatiye.

DYA WÊ ZEXTAN ZÊDE BIKE

Misteşarê berê yê wezareta karê derve yê DYA’yê Amanda Sloat, ji beşa Tirkî ya medyaya DW a Elmanyayê re axivî û got, wê rêveberiya Trûmp ji bo serbestberdana Brûnson zextên aborî yên li ser Tirkiyê zêde bike. Bi rastî jî ji bo ku ev pirsgirêk bi riyên dîplomatîk bên çareserkirin, DYA’yê gelek hewl da. Lê belê ji bo ku êdî bi riya dîplomatîk pirsgirêk nayê çareserkirin wê li riyên alternatîf binêrin. Weke Rûsyayê kirî, pêşîlêgirtinên aborî dibetiyeke mezin bikevin meriyetê.”