ÎHD'ê rapora li ser binpêkirina mafê mirovan a 6 mehan eşkere kir

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên 6 mehên dawî yên li Kurdistanê raporek amade kir.

Rapor li avahiya ÎHD'ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê parêer Abdullah Zeytûn rapor xwend û Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren jî daneyên li ser binpêkirina mafên mirovan eşkere kir.

'DIXWAZIN REWŞA AWARTE MAYINDE BIKIN'

Zeytûn diyar kir ku Rewşa Awarte bû sedem ku ji aliyê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û mafê aborî û civakî mexdûriyet rû bidin û mafên mirovan di asteke bilind de bên binpêkirin.

Zeytûn işaret bi paketa qanûnî ya ji 25 xalan kir ku di çarçoveya ewlekariyê de li Meclîsê hate qebûlkirin û got, bi vê yekê re li şûna ku zerara di dema Rewşa Awarte de rê li ber vekiriye çareser bikin, hewl didin Rewşa Awarte mayinde bikin.

'JI BO DANÛSTANDINAN DIVÊ ŞERT Û MERC BÊN AMADEKIRIN'

Zeytûn got, hatiye dîtin ku li ser pirsgirêka Kurd polîtîkayên dewletê yên tekparêz û 'ewlekariyê' bi kêr nayên û xwest, ji bo danûstandinan şert û merc bên amadekirin.

BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ

Çend ji daneyên ÎHD'ê yên li ser binpêkirina mafên mirovan ên di nava 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê rû dan wiha ye:

"3 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin birîndarkirin.

Li girtîgehê girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest da. Girtiyek jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. 2 girtî brîndar bûn.

Kesek bi êrîşa kiryar nediyar hate kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.

Ji ber xemsarî û kêmasiya fermî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 104 kes jî birîndar bûn.

4 leşker û polîsên ku hate îdîakirin întihar kirine, bi rengekî gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Di 6 mehên destpêkê yên sala 2018'an de mamosteyek û 3 doktor ji ber êrîşê birîndar bûn.

Li bajarên herêmê 2 zarok ji ber teqîna mayinê û bombeya bê xwedî jiyana xwe ji dest dan. 4 kes birîndar bûn, 2 jê zarok in.

3 kes ku 2 jê zarok û yek jî mêrek bû, ji aliyê kesên nenas ve bi gumanbarî hatin kuştin.

Binpêkirina mafên mirovan ji ber şer;

Li 4 bajaran û 15 navçeyên va bajaran, li 593 herêman 18 caran herêmên 'ewlekariya taybet' hatin ragihandin.

li 4 bajar, 12 navçeyên wan, 282 gund/ax û 385 gundikên wan, 16 caran derketina derve hate qedexekirin.

Cenazeyê yek ji milîtanên jiyana xwe ji dest dan radestî malbatê nehate kirin.

Herî kêm 5 gor/goristan hatin xerakirin.

Binpêkirina mafê jiyanê yê jinan;

6 jinan xwe întihar kirin, jinekî hewl da întihar bike.

18 jin ji ber şîdeta li nava malê jiyana xwe ji dest da, 10 jin birîndar bûn. Êrîşa zayendî li jinekê hate kirin.

6 jin di nava jiyana civakî de bi êrîşê hatin kuştin 3 jî birîndar bûn. Êrîşa zayendî li 4 jinan hate kirin, 2 jin hatin revandin.

Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan;

3 zarokan întihar kirin, 3 zarokan jî hewl dan întihar bikin.

3 zarok bi şîdeta li nava malbatê hatin kuştin, 7 zarok birîndar bûn, îstîsmara zayendî li 6 zarokan hate kirin.

4 zarok ji ber şîdeta li nava jiyana ciavkî birîndar bûn. 52 zarok bûn hedefa îstîsmara zayendî, 3 zarok hatin revandin.

BINPÊKIRINA EWLEKARÎ Û AZADIYA MIROVAN

413 kes hatin destgîrkirin, 44 ji wan zarok in.

251 kes hatin girtin, jê zarok e.

BINPÊKIRINA AZADIYA RAMANÊ, ÎFADEYÊ Û RÊXISTINBÛNÊ

Li ser 3 hejmarên 11 rojnameyan biryara komkirinê hate dayin.

Serdegirtin li weşanxaneyekê û buroya nûnertiya rojnameyekê hate kirin.

7 caran malbatên nûçeyan ên înternetê hatina stengkirin.

BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN LI GIRTÎGEHAN

112 girtî bêyî hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin.

Mafê tedawiyê yê 134 girtiyan hate binpêkirin.

Hevdîtina bi malbatan re ya 114 girtiyan hate astengkirin.

Herî kêm 11 girtî hatin tecrîdkirin.

herî kêm 4 girtî ketin ber lêpirsînê.

Mafê ragihandinê yê 7 girtiyan hate binpêkirin.

Girtiyek ji mafên çalakiyên civakî bêpar hate hiştin.

BINPÊKIRINA MAFÊN SIYASÎ Û ABORÎ

Ji ber şert û mercên ne ewle yên kar, 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 10 karker birîndar bûn.

1328 karker ji kar hatin derxistin.

200 karkeran nekarîn heqdestê xwe bigirin."