Parêzerê Ocalan: Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome

Parêzer Mazlûm Dînç ku 7 sal in nikare muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, diyar kir ku qedexekirina hevdîtinê li dijî hiqûqê ye û got, wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer û ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî malbat nikarin Ocalan bibînin. Nêzî 2 sal in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Lewma tirs û fikarên li ser rewşa wî zêde dibin.

Parêzeran heta niha 774 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê yek jî nehate qebûlkirin. Malbat û parêzer her hefte ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê her carê tê redkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç tecrîda li ser Ocalan û qedexekirina hevdîtinên wan ên bi muwekîlan re ji ANF'ê re nirxand.

7 SAL IN PARÊZER NIKARIN BIÇIN ÎMRALIYÊ

Parêzer Dînç bi bîr xist ku ji Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran heye û got, "Tecrîd car carna hîn bêhtir hate şidandin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bi temamî hate qedexekirin. Ev yek li dijî hiqûqê ye."

Parêzer Dînç da xuyakirin ku ji qanûnên li Tirkiyeyê heta biryarnameyên dema Rewşa Awarte, ti zemîn ji bo qedexekirina hevdîtina parêzeran nîne û got, ji bo astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê bi girtî û hikumxwarekî re, ti madeyeke qanûnî nîne.

Dînç bi bîr xist ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hevdîtina malbatê û parêzeran a hin girtiyan heta radeyekê hate astengkirin, lê belê dema mijar bû Birêz Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ev yek bi temamî weke biryarekê hate nirxandin.

MAFÊ AXAFTINA BI TELEFONÊ Û NIVÎSANDINA NAMEYAN Ê OCALAN TÊ ASTENGKIRIN

Parêzer Dînç got, tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin jî astengiyên li pêşiya hevdîtina parêzeran û tecrîd nehatine rakirin. Dînç destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê ew bi salane têdikoşin û wiha dewam kir: "Bi serlêdanên hiqûqî, hem di hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî de em têkoşîna xwe didomînin. Heta niha me encameke erênî bi dest nexist. Ji ber ku mesele veguheriye meseleyeke siyasî. Azadî û mafên bingehîn ên Birêz Ocalan weke şantaj û malzemeyeke bazariyê di siyasetê de tên bikaranîn. Astengkirina hevdîtinên parêzeran û malbatê encama vê nêzîkatiyê ye. Mafên nivîsandina nameyan û axaftina bi rêya telefonê yên bi Birêz Ocalan bi salane tên astengkirin."

'CPT HELWESTEKE CIDÎ NÎŞAN NADE'

Parêzer Dînç bi bîr xist ku der barê tecrîdê de wan gelek caran serî li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî dane, mehane rapor ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re şandine û hevdîtin bi wan re kirine. Dînç diyar kir ku CPT heta niha bi xurtî neketiye nava liv û tevgerê û got, "Beriya sala 2011'an CPT raporên xwe yên li ser serdanên li Îmraliyê eşkere dikir. Di raporan de qedexekirina hevdîtinên heftane bi tundî dihate rexnekirin û pêşniyar dikir ku divê astengiyên li pêşiya hevdîtinan bê rakirin. Lê belê CPT li ser qedexekirina hevdîtina parêzeran a 7 salan, helwesteke cidî nîşan nade."

Dînç anî ziman, CPT li ser bingeha mafên mirovan û hiqûqê tevnagere û wiha dewam kir: "Ev rewş nîşan dide ku ew li gorî hevsengiyên siyasî tevdigerin. Bi vî awayî zerar li cidiyeta saziyên bi vî rengî dibe. Ji ber ku saziyên weke CPT di peymanên xwe de, pêşîgirtina li kiryarên xera û êşkenceya li girtîgehan weke mîsyona xwe ya sereke û sedema hebûna xwe nîşan didin. Lê em nabînin ku bi vê mîsyona xwe radibin."

QEDEXEYÊN KÊFÎ

Parêzer Dînç da xuyakirin ku tecrîdeke mîna ya li ser Ocalan li devereke din a Ewropa ya jî cîhanê nîne û got, tevî ku di asteke bilind de mafên mirovan tê binpêkirin, helwesteke cidî nayê nîşandan.

Dînç bi bîr xist ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re ew her hefte bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê serlêdanên wan tên redkirin. Dînç li ser hinceta redkirina serlêdanan jî got, "Beriya Rewşa Awarte bi sedemên pratîkî pêşî li hevdîtinên me dihate girtin. Timî bersiva 'keştî xerabe ye' ji me re dihate dayin. Piştî ku 20'ê Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hate ragihandin, biryara destpêkê der barê Birêz Ocalan de hate girtin.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê 21'ê Tîrmeha 2016'an biryar da ku hevdîtina malbatan û parêzeran a bi girtiyên li Îmraliyê re, axaftina bi telefonê û nivîsandina nameyan a girtiyên li Îmraliyê di dema Rewşa Awarte de qedexe ye. Em li ber biryarê rabûn. Ji xwe bingeheke hiqûqî ya biryarê nîne. Beriya derxistina biryarnameyan qedexeyeke bi vî rengî ya kêfî ferz kirin. Me bir ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn, lê encameke erênî bi dest nexistine."

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI REWŞA AWARTE DEST PÊ NEKIRIYE'

Parêzer Dînç diyar kir ku serlêdanên wan dewam dikin got, "Tecrîda li Îmraliyê bi Rewşa Awarte re dest pê nekiriye. 7 sal in hevdîtina parêzeran hatiye qedexekirin û tecrîd hatiye şidandin. Em ne bawer in ku ev yek piştî Rewşa Awarte biguhere. Hewldanên me yên hiqûqî wê li qada neteweyî û navneteweyî dewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome."