Nobeta Wijdan û Edaletê kete roja çaran

Nobeta Wijdan û Edaletê ya Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) a li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê, kete roja çaran.

Endamên partiyê û parlamenterên ku di nobetê de bûn heta derengiya şevê li ser  babetên rojane û polîtîk gotûbêj kirin.

Duh şevê din li Kadikoyê, li stada Şukru Saraçoglû lîstika Fenerbahçe û Sturn Grazê hebû, bi mebesta ku êrîşeke nîjatperest bi ser nobedaran de çênebe koma alîgir a Çepgir a Fenerbahçe heta sibehê li ber parkê ewlehî girt.

Di Nobeta Wijdan û Edaletê de hemû rêxistinên navçeyê yên HDP’ê xebatan dikin, li parkê ji lojîstikê heta bi xwarinê, koordînasyona mêvanan û meşan Rêxistina Navçeyê ya Kadikoyê ya HDP’ê dike.

Saet 09.00’ê Komeleyên Çewlikê wê seriyekê bidin nobedaran û saet 11.00’an daxuyaniyek wê were dayin. Tê payin ku daxuyanî ji hêla Hişyar Ozsoy ve were dayin.

Piştre bernameya serdanan wiha ye;

Saet 12.00-13.00 ODP û Komeleyên Elewî
13.30’î Rêxistina Navçeyê ya CHP’ê ya Ataşehîrê,
14.00’an Desteya Rêveber a HDK’ê,
18.30’an DÎSK, KESK, TMMOB, TBB ji Kadikoyê wê heta bi Parka Yogurtçu bimeşin, her wiha Rêxistinên Navçe û Bajêr yên HDP’ê jî wê seriyekî bidin.