NÛ BÛ

Nobeta li dijî desteserkirinê dewam dike

Di çalakiyên nobetê yên li dijî desteserkirina vînê de peyama, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate dayîn.

Li gelek bajaran nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dewam dikin.

AMED

Çalakiyên nobetê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Amed û navçeyên wê dewam dikin. Endamên Platgorma Ked û Demokrasiyê li Qada Şex Seîd li hev civiyan û bi çepik û dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, saredarî ya me ye”, “Her der Colemêrg, her der berxwedan”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” meşiyan. Meş heta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dewam kir. Girseya li cihê nobetê bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” meşvanan pêşwazî kirin.

PEYAS

Meşa ku li Taxa Gazîler a Peyasê destpê kir, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” heta Şaredariya Peyasê dewam kir. Girseya ku di tevahiya meşê de serdana esnafan kirin, diyar kirin ku têkoşîna wan wê li dijî desteserkirinê dewam bike. Girse paşê li pêşiya avahiya şaredariyê li hev civiyan û daxuyanî dan.

Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî destnîşan kir ku Amed dilê Kurdistanê ye û ew ê tu carî rê nedin qeyûmê.

BAJARA NÛ

Li navçeya Bajara Nû bertekên li dijî desteserkirinê dewam dikin. Hevşaredarê Rezanê Mehmet Ergun li navçeyê serdana cihên Bazarê kir û bang li gel kir ku tevlî nobetê bibin. Piştre hevserok û kesên bi wan re çûn pêşiya şaredariyê û dest bi çalakiya nobetê kirin.

REZAN

Hevşaredar, DEM Partî, rêxistinên DBP’ê yên bajêr û navçeyan û welatî tevlî nobeta li Şaredariya Rezanê bûn. Di nobetê de stranên berxwedanê hatin lêxistin û dirûşmeyên “Zext nikarin me rawestînin” û “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” hatin berzkirin.

BISMIL

Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJA’yê meş hat lidarxistin. Hevşaredarên Bismilê, TUHAY-DER, MEBYA-DER û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşa li Kolana Îstasyonê de li dijî dagirkirina şaredariyê peyama têkoşînê hat dayîn.

Girse tevî astengiyên polîsan dirûşmeya “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” berz kirin. Meş li pêşiya avahiya şaredariyê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Çalakiyên nobetê yên li pêşiya şaredariyên Cizîr, Hezex û Silopya yên Şirnexê di roja 4’an de dewam dikin. Parlementerên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredar, endamên STK’ê piştgirî dan çalakiya li pêşiya şaredariya Silopiya. Di çalakiyê de klamên berxwedanê hatin gotin û dirûşmeya “Qeyûm nikarin me rawestînin” hatin berzkirin.

EDENE

Çalakiya nobetê ku partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi pêşengiya Rêxistina Edeneyê ya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Em li dijî qeyûmê di nobetê de ne” di roja 2’an de dewam kir. Girseya ku li Parka Heykellî li hev civiyan, dowîzên “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hilgirtin û dirûşmeyên “Her der Colemêrg, her der berxwedan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Li dijî qeyûmê mil bi mil” berz kirin.

Polîs bi hinceta “ewlehiya giştî” girseyê dorpêş kir. Alîgirên DEM Partiyê di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştînê kirin û tevî germahiya zêde çalakiya xwe domandin. Hevserokê DEM Partî yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel li qadan bin.

SÊRT

Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Sêrtê di roja 4’an de bi tevlîbûneke zêde dewam kir. Hevşaredarê Sêrtê Sofya Alagaş, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Bi tililî, çepik û dirûşmeyan dagirkirina Şaredariya Colemêrgê hat protetokirin û li ber stranên Kurdî govend hat gerandin.

Çalakiya nobetê li şaredariyên Misirc, Hawêlê jî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan dewam kir. Pankarta, “Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê” hatin daliqandin. Çalakiya li pêşiya her sê şaredariyan dewam dikin.

ÊLÎH

Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Êlihê di roja 4’an de dewam dike. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, TJA, nûnerên saziyên civakî tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka DEM Partî ya bajêr Songul Korkmaz axivî û wiha got: “Em dizanin qeyûm çi ne. Di salên 2016 û 2019’an de hemû gelê me dît ku çi ne. Em ê tu carî rê nedin vê pergala talanê.”

Di çalakiyê de dowîzên “Rabe rabe”, “Şaredarî yên gel in”, “Hûn nikarin vîna me desteser bikin”, “Qeyûm darbeye” û “Qeyûm qirkirina çandî ye” hilgirtin.

ÎZMÎR

Çalakiya nobetê ya ku Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) li pêşiya Sumerbankê lidarxistin, di roja 3’an de dewam kir.

MUGLA

Li navçeya Bodrûm a Mugalayê Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partî ya Bodrumê Hulya Bayar li vir axivî û anî ziman ku desteserkirina Şaredariya Colemêrgê darbeyeke siyasî ye.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.