Nobedarên vê hefteyê koma ji Heîlbronnê ye

Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, îro ji aliyê koma ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ve dewr hate girtin.

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, dewam dike. Nobedarên hefteya bihurî Kurdistaniyên ji bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bûn.

Vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê nobed dewr girtin. Koma ku di hefteya 322'an de nobed dewr girt ji 5 kesan pêk tê.

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û bêdengiya saziyên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî ya CPT şermezar kirin.

Çalakgeran gotin, "Em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin" û diyar kirin ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

KURDISTANIYÊN JI STÛTTGARTÊ HEFTEYEKÊ NOBED GIRTIN

Nobedarên hefteya bihurî Kurdistaniyên ji bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bûn. Çalakgeran ji ANF'ê re gotibûn, "Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Di nava 322 hefteyan de nêzî 2 hezar kesên ji gelek welatên Ewropayê tevlî çalakiya "Nobeda Azadî ji Ocalan re" bûn.