Nobedarên vê hefteyê koma ji Drancyê ne

Nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin Kurdên welatparêz ên ji bajarê Fransa Drancyê ne.

Çalakiya "Nobeda Azadiyê" ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya Koneseya Ewropa (KE) dest pê kir, di hefteya 325'an de ye.  Vê hefteyê Kurdên welatparêz ên ji bajarê Fransa Drancyê nobed dewr girtin.

Nobet hefteya derbasbûyî ji aliyê ciwanên Kurd ên ji Parîsê hatibû girtin û wê vê hefteyê jî wê ji aliyê Mûstafa Guneş, Ozgûr Çekîç û Fazil Toplayici yên ji bajarê Drancyê ve were girtin.

Endamên koma Drancyê bibirxistin ku herî dawî beriya 2 salan destur hatibû dayîn birayê Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtina bi Ocalan re pêk bîne û ev rewş di nava gel de dibe sedemê fikaran û her diçe fikarên gel zêde dibin. Çalakgeran diyar kirin ku heta niha tecrîdeke mina ya li ser Ocalan bi tu awayî nehatiye dîtin û divê Rêberê gelekî ne di nava van şert û mercan de be.

Çalakgeran wiha jî gotin; “Dibe bi awayekî fizîkî Rêberê me esîr bigrin  lê tu caran nikarin îrade û fikrê wî teslîm bigrin. Gelê Kurd wê di xeta Ocalan de têkoşînê bidomîne. Divê serî de Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) ya girêdayî wê û saziyên navnetewî li dijî tecrîdê bêdeng nebin.”