Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 295'an de ye

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin di hefteya 295'an de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Maînz ê Elmanyayê ne.

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, çalakiya herî demdirêj û bê navbera a Kurdistaniyan e ku heta niha li dar xistine. Nobedarên vê hefteyê 4 kesên ji bajarê Maînz ê Elmanyayê hatine. Endamên koma nû ya çalakiyê, ciwanên bi navê Şehrîban Diler, Mûrat Oz, Hesen Ehmed û Mazlûm Qamişlo ne.

Nobedaran çalakî hefteya bihurî ji koma ji Oldenbûrgê dewr girtin. Çalakgeran gotin, bi êrîşên dawî yên dagirkeriyê re girîngiya azadiya Ocalan ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn baştir fêhm bûye. Nobedaran bi bîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirînerê projeya jiyaan aştiyane û wekhev a gelan e û gotin, zordar û dijminên demokrasiyê, jinê, wekheviyê êrîşî vê projeyê dikin.

Çalakgeran bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku di hefteya çaran de ne û gotin, berxwedana li Efrînê û li çar aliyên cîhanê wê hewldanên dagirkeriyê têk bibe.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, hefteya 295. li dû xwe dihêle.

Her hefte komek vê nobedê digire û li ser nêrînên Ocalan agahiyê dide derdorê. Her wiha li ser jiyan û têkoşîna Ocalan, li ser azadiya jinê belavokan belav dikin.

Çalakî her roj serê sibehê saet 7'an dest pê dike û heta êvarê didome.