Newroza li Êlih û Sêrtê: Silav ji Îmraliyê re
Li Sêrt û Êlihê di pîrozbahiyên Newrozê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam û girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin.
Li Sêrt û Êlihê di pîrozbahiyên Newrozê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam û girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin.
ÊLIH
Li Êlihê zêdeyî 100 hezar beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û di pîrozbahiyê de ji Ocalan re azadî xwestin. Di pirozbahiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, nûnerên partiyên di Komxebata Îtîfqa Kurdistanî de cih digirin, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên CHP û Partiya Saadetê amade bûn. Bi deh hezaran di nokteyên lêgerînê yê polîsan re derbasî qadê bûn. Ji ber polîsan kodê HES'ê xwestin, li ber nokteyên kontrolê bi hezaran kedin dorê. Jinan bi kiras û fîstanên xwe, mêran jî bi şal û şepikên xwe qad bi rengê neteweyî xemilandin. Girsê li qadê pankartên “Newroz serhildana mezin a Jinan e", “HDP gel e, gel li vir e", “HDP hevî ye, hevî li ser piyan e." vekirin. Dîsa girsê alên HDP'ê rakirin û dowîzên “Newroz pîroz be” û “Newroz jiyane” rakirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindana” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Piştî bernameyê dest pê kir, Serokê Komîteya Amadekar û Serokê HDP'ê yê Êlihê Omer Kulpu, ewil axivî û girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê silav kir û wiha got: "Ez Newroza çar perçeyan pîroz dikim. Newroz serhildan e. Li diji zilma Dehaq berxwedan e. AKP û MHP ji ber bêçaretiya xwe dixwaze HDP'ê bigire. Ev dem dema Kurdan e."
Piştî axaftina vekirinê agirê Newrozê pêxist. Dayika Aştiyê Muhlise Hinar jî bang li hemû dayikan kir û xwest ji bo aştiyê hemû dayik piştgiriyê bidin têkoşîna wan a aştiyê. Piştre Koma Kollektifa Ritma Azad derket ser dikê û stran gotin. Piştî komê Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca axivî û helwesta gel a ku qada Newrozê tijî kir pîroz kir. Uca, ewil komên li Şengal, Rojava, Başur û diasporadeyê ketine grevê û Îmralî silav kir. Uca, betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê rexne kir û got: "Ev qat encama tekoşîna jinan ew qas tijî bûye. Em li vir bang dikin. Em ê heta dawî li peymanê xwedî derkevin."
Uca, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Dive tecrîd bi dawî bibe. Di demên dawî de li ser medya îddîayên cuda hene. Li Îmraliyê çi dibe? Çima malbat û parêzer nikarin biçin îmraliyê. Em dixwazin CPT li rola xwe xwedî derkeve. Di hevditina dawî de Birêz Ocalan gotina xwe got, lê dewletê erka xwe pêk neanî. Li şûna gavan bavêje bêtir tecrîd giran kir. Em carek din li vir bang dikin em tu carî li dijî zilmê serî natewînin. Em ê têkoşîne mezin bikin. Em dibêjin Berxwedan jiyan e.
SÊRT
Li Sêrtê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" Newrozê pîroz kirin. Girseyê danê sibehê berê xwe da Qada Newrozê ya li Taxa Barişê. Îsal jî qad bi dengê jinan rengîn bû.
Bi hezaran kesên hatin qadê li ber muzûkê govend gerandin û bi hilgirtina alayên HDP'ê, doza derbarê girtina HDP'ê de şermezar kirin. Her wiha girseyê tim dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
Ewilî Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Yûsûf Batûr axivî û diyar kir ku dê HDP wekî kabûsan bi ser wan de biçe. Piştî Batûr, Serokwekîla Koma HDP'ê û Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr agirê Newrozê vêxistin. Piştî agir hat vêxistin bi hezaran kes berê xwe dan agir û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Piştî agir hat vêxistin, Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş axivî. Taş, zext û zoriyên li ser gelê Kurd bibîr xistin û anî ziman ku îqtdarê qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î kirine, parlementeriya parlementerên wê betal kirine û niha jî çavê wê lê ye HDP'ê bigire. Taş got: "Em bersivê nadin îqtidarê, qad û gel jixwe bersiva îqtidarê didin."
Piştî Taş, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, diyar kir ku di salên dawî de îqtidar û MHP tim êrîşê dibin ser HDP'ê û got: "Em ê bi ser bikevin, bila kes bela xwe di gel nede.Îqtidar pir ditirse, ji lew re her ku wext derbas dibe, rayên wan dihelin û dizanin ku dê biçin."
Beştaş, destnîşan kir ku qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin ne vîna gel in û qeyûman nas nakin. Beştaş, bilêv kir ku niha şaredarî ne yên gel in, vîna Enqereyê ne û got: "Armanc, vîna gel bidin jibîrkirin, lê nizanin ku kes vîna xwe ji bîr nake."
Beştaş, destnîşan kir ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin û sedema van grevan jî tecrîda li Îmraliyê ye. Beştaş, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li her derî belav bûye û got: "Em tecrîdê nas nakin, qebûl nakin. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, em dibêjin tavilê bila deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ê ku aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e."
Piştî axaftina Beştaşê Dayikên Aştiyê hatin ser dikê û kevokên aştiyê firandin.