Newroz li Sydneyê hate pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdan tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdan tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd û Însiyatîfa Jinên Kurd ve hate lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate silavkirin.
Girseya gel ku dirûşma "Bijî Serok Apo" timî qîriya, li ber agirê Newrozê govend gerand.
Pîrozbahiyê bi stranên kom û hunermendên xwecihî heta derengiya şevê dewam kir.