Newroz li Den Haag û Leipzigê hate pîrozkirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi şiyara 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' li ser bingeha piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê Newroz hate pîrozkirin.

Parlamenterê berê yê HDP'ê Ahmet Yildirim li pîrozbahiyê axivî û got, "Ji bilî tank û topan tiştek di destê desthilatdariyê de nemaye. Eger em çekk û tankan ji wan bistînin wê dinya tev bibîne ku tiştekî bi navê mirovahiyê, exlaq û rûmetê bi wan re nemaye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina aştî û mirovahiyê ye. Hevdîtineke bi Birêz Ocalan re were kirin wê karibe pêşî li aştiyê veke." Yildirim anî ziman, dewleta Tirk şer sor dike.

Huseyîn Yildiz ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye û Hasbî Çakici ku 58 roj in di greva birçîbûnê de ye li qada pîrozbahiyê axivîn û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kirin.

Nûnerê Partiya Lîberal a Hollandayê jî anî ziman, ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Kurd bi taybetî greva birçîbûnê.

Gaziyê YPG'ê Rcehart Jansen jî tevlî şevê bû.

Di dawiyê de koma govendê, Xelîl Xemgîn, Hozan Zozan, Hozan Diyar, Koma Bager, Koma Kude Hollanda, Hozan Ozgur û Denîz Dersim derketin ser dikê.

LEIPZIG

Newroz li bajarê Leipzig ê Elmanyayê jî hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hekîm Sefkan, Osman Hip-Hop Kurdî û Ahmado7.87, Şêrko û Cewat Merwanî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di şevê de peyamên Rojava Soli Leipzig û YXK'ê hatin xwendin û ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê bang hate kirin.