Newroz li Borlange û Melbourneyê hate pîrozkirin

Newroz li bajarê Borlange yê Swêdê û li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê hate pîrozkirin.

Li bajarê Borlange yê Swêdê Newroz bi şevekê hate pîrozkirin. Li salona pîrozbahiyê wêneyên Leyla Guven û Zulkuf Gezen hatin daliqandin. Kemalê Amed, Agirê Jiyan (Alî), Bengî Efrînî, Mehemed Hezexî û Rozerîn Kahraman derketin ser dikê.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Daniel Riazet jî li şevê axivî. Ji bo grevên birçîbûnê yên li Swêdê banga tevlîbûnê hate kirin.

MELBOURNE

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê agirê Newrozê hate dadan. Di pîrozbahiyê de ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viktoryayê pêk hat, berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Melbourneyê wê roja Yekşemê li Coburg Lake Reserveyê bi festîvalê bidomin.