Navdaran ji Fîgaro re nivîsandin: Divê Fransa destekê bide Kurdan

Di nivîsekê de ku li rojnameya Le Fîgaro hate weşandin û gelek kesên navdar mohra xwe danîn binî, hişyarî hate dayin ku eger pêşî li dagirkirina Efrînê neyê girtin wê Fransa li pêşberî dîrokê hesab bide.

Rojnamevan û nivîskaran Stephane Breton, Pascal Brûckner, Gerard Chalîand, Patrîce Franceschî û Sophîe Moûsset û Wezîrê Karên Derve yê berê Bernard Koûchner ji rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê re nivîsek nivîsandin û bang li Fransayê kirin ku piştgiriyê bidin Kurdên li Sûriyeyê.

Di nivîsê de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk tevî 'komên cîhadîst' ên bi DAÎŞ'ê ve girêdayî êrîşî Efrînê kiriye .

PIRSGIRÊKA ERMENIYAN ÇAWA 'ÇARESER' KIR, DIBE KU DIXWAZE PIRSGIRÊKA KURDAN JÎ BI HEMA RENGÎ ÇARESER BIKE!

Di dewama nivîsê de hat ragihandin ku Tirkiye hebûna Kurdên qedîm a li Efrînê li dijî yekparebûna axa xwe weke gefê dibîne û işaret bi xeteriya qirkirinê hate kirin.

Di nivîsê de wiha hat gotin, "Ji ber ku Efrîn îzole ye, Tirkiyeyê destpêkê berê xwe da wê derê. Pirsgirêka Ermeniyan çawa 'çareser' kir, dibe ku dixwaze pirsgirêka Kurd jî bi heman rengî çareser bike."

KURD GEFÊ LI SÎNORAN NAXWIN

Kesayetên navdar bi bîr xistin ku Tirkiye bi bahaneya 'ewlekariya sînor' hewl dide şervanên kurd ên beriya niha li dijî terorîstên tund ên Îslamî şer kirin weke 'terorîst' nîşan bide û bi vî rengî bahaneyê ji hewldana xwe ya dagirkeriyê re bibîne. Di nivîsê de hat gotin, "Mafê Tirkiyeyê ye ku sînorê xwe biparêze, lê belê Kurdên li Sûriyeyê ti carî gef nexwarine."

Di dewama nivîsê de işaret bi bandora neyînî ya bêdengiya Fransayê ya li vê dagirkeriyê hate kirin û hat gotin, "Eger Fransa destûrê bide ku dagirkeriya 'Tirk-Îslamî' li herêmê bi ser bikeve, wê Fransa hemû destketiyên ku di angajmana 3 salan de li herêmê bi dest xistiye, ji dest biçin."

'WÊ BIBE ŞAŞITIYEKE EXLAQÎ KU EFÛ JÊ RE NABE'

Di nivîsa hevpar a Stephane Breton, Pascal Brûckner, Gerard Chalîand, Patrîce Franceschî û Sophîe Moûsset û Wezîrê Karên Derve yê berê Bernard Koûchner de hat destnîşankirin ku ji aliyê exlaqî ve nabe ku Kurd bi tenê werin hiştin.

Di nivîsê de ev tespît hate kirin: "Kurdên li Sûriyeyê dostên me ne. Eger piştî şerê li dijî Îslamiyên tund ku me bi hev re şer kirin, eger ew bi tenê werin hiştin, wê ev yek bibe şaşitiyeke exlaqî ku efû jê re nabe. Ev yek wê li dijî hemû nirxên Fransayê be. Rojekê me ê berdêla vê bidin."

FRANSAYÎ DIZANIN KU EV MIJAR WELATÊ WAN JÎ ELEQEDAR DIKE

Di nivîsê de hat bibîrxistin ku civaka Fransayê vexwendina heyeta YPG û PYD'ê ya 3 sal berê li Qesra Elysêe ji aliyê Françoîs Hollande ve û desteka ji wan wan gelekî baş dît û wiha hate gotin, "Welatiyên Fransayê zanin bê hevalbendê me yê di şerê Sûriyeyê de kî ye. Û pê zanin ku mesele ne tenê herêmî ye, her wiha welatê wan jî eleqedar dike. Kurdan her wiha li dijî Îslamiyên tund ên ku êrîşên herî giran li ser axa me kirin, têk birin. 'Paytexta DAÎŞ'ê (Reqa) ku ev êrîş lê dihatin birêvbirin, ji aliyê Kurdan ve Cotmeha 2017'an hate rizgarkirin."

DAGIRKERIYA TIRK BANDOREKE NEYÎNÎ LI TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÎZMÊ DIKE

Kesayetên mohra xwe danîn binê nivîsê gotin, ji ber hewldana dagirkirina Efrînê Kurd wê neçar bimînin ku hêzên xwe yên li eniya şerê dijî DAÎŞ'ê vekişînin û destnîşan kirin ku ev dagirkeriya Tirk wê hem bandoreke neyînî li têkoşîna dijî terorîzmê bike, hem jî li dijî berjewendiyên cîhana rojava ye.

EM Ê NEÇAR BIMÎNIN KU LI PÊŞ DÎROKÊ HESAB BIDIN

Di nivîsê de bal hate kişandin ser kiryarên li derveyî mirovahiyê ku çete li şervanên jin ên Kurd dikin û hat gotin, "Nabe ku destek ji barbariyeke wiha re were dayin. Eger em destûrê bidin ku ev yek wiha bidome, hingî em ê neçar bimînin ku li pêş dîrokê hesab bidin."

Di dewama nivîsê de hat bibîrxistin ku di berdêla bêdengiya li pêşberî dagirkeriya Tirk de soza 'parastina Ewropayê ji hatina penaberan' hatiye dayin û hat gotin, eger ev dagirkerî bi ser bikeve wê hejmara penaberan zêdetir bibe.

DIVÊ FRANSA DAXWAZA AGIRBESTÊ Û VEKIŞÎNA ARTÊŞA TIRK BIKE

Di nivîsê de hate ragihandin ku Kurd li Bakurê Sûriyeyê gihîştine wê astê ku civakeke demokratîk, ji nasnameyên etnîkî û olî, ji mafên jin û mêran re hurmetdar ava bikin û hat destnîşan kirin ku sîstemek wiha wê bandoreke mezin li herêmeke ku tîraniyê ew perîşan kiriye, bike. Her wiha bang li Fransayê hate kirin ku piştgiriyê bide vê hewldanê ku ji nirxên azadî û siyasî yên Fransayê sûd wergirtiye.

Di dawiya nivîsê de ji Fransayê tê xwestin ku ji bo Efrînê banga agirbestê û vekişîna artêşa Tirk bike û hat gotin, ev yek wê Fransayê onore bike. Di nivîsê de hat destnîşankirin ku ji bo parastina aştiay herêmê û ji bo berjewendiyên welatê xwe, divê Fransa vê bike.