NAV-YÊK: Komkujiya Şengalê destpêka fermana 73'an bû!

NAV-YÊK’ê komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an a li Şengalê, li bajarokê Til Hizêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir bi bî anî. NAV-YÊK'ê komkujî şermezar kir û xwest ku statûya Êzîdiyan were naskirin.

Navenda Yekîtiya Komalên Êzîdiyan (NAV-YÊK) komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an a li Şenbalê, li bajarokê Til Hizêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir bi bî anî. NAV-YÊK'ê komkujî şermezar kir û ji Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê xwest ku statûya Êzîdiyan were naskirin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku bi êrîşê, ya ku bi tankêrên bombekirî hate kirin, tevî jin, zarokan bi sedan Êzîdî hatine kuştin û zêdetirî 300 kesî birîndar bûye.

Her wiha hate gotin li gel ku 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî hê jî birînên Şengaliyan nekewiyane û perîşaniya malbatên qurbaniyan û nebediyan berdewam dike.

NAV-YÊK'ê di daxuyaniyê de wiha got:

"Baṣ tê zanîn komkujiya Ṣengalê ya 2007’an peyam û destpêka fermana mezin ya 03.08.2014’an bû. Piştî van kumkujî û fermanên mezin êdî civaka Êzdiya ne ya berêye û dost û dijminên xwe baş nasdike.

‘BILA HIKÛMETA HERÊMÊ STATÛYA ÊZÎDYAN NAS BIKE’

Berî her tiştî eger hikumeta herêma Kurdistanê civaka Êzdiya Kurdên resen bibîne, pêwîste be cûdabûn û bi nêzikatiyeke pozîtîf ji bo statû, parastin û avakirina Şengalê rola xwe bileyize û civaka Êzîdiyan hêmêz bike. Di serîde divê ambargoyê ji ser Şengalê rake, baweriyê bide civaka Êzdiya û di pratîkê de gavên ber bi ҫav bêne avêtin.

‘DIVÊ ÊZÎDÎ YÊKÎTIYA XWE AVA BIKIN’

Ji bo civaka Êzdiya mafê xwe bi dest bixe û li nirxê xwe xwedî derkeve pêwîst e yekitî û tifaqa civaka Êzdiya pêk were. Di vê pêvajoya dirokî de, ev erk dikeve ser milê rêxistin û saziyê civaka Êzdiya.

Em NAV-YÊK ji bo yekitî û tifaqa Êzdiya pêk were, tiştê ji me were xwestin em jê re amade ne.

‘JI BO AZADIYA RÊBER APO PIŞTGIRÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ BIN’

Dîsa banga me ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji civaka Kurdên Êzdî re, di vê pêvajoya girîng de li erkê xwe yên bingehîn xwedî derkevin, li dor rêxistin û saziyê xwe kom bibin û ji bo azadiya Rêber Apo û gelên rojhilata navîn, bi tevaya hemû hêza xwe piştgirtinê bidin tekoşîna demokrasî û azadiyê."