NAV-DEM: Di 17’ê Sibatê de em ji bo Ocalan û Efrînê werin ba hev!

NAV-DEM’ê ji bo meşa di 17’ê Sibatê de ya li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

NAV-DEM’ê îro di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku bi geşkirina têkoşînê re xeta demokrasî, azadî û sosyalîzmê ya Ocalan dikare li Rojhilata Navîn bi bandor bibe.

Di daxuyaniyê de qala berxwedana dîrokî ya li Efrînê hate kirin û hate gotin ku, “Di sala 20’emîn a komployê de têkoşîna azadkirina Ocalan wê bigihêje lûtkeyê.”

EM LI HER DERÊ DAKEVIN QADAN

Di daxuyaniyê de ev bangewazî hate kirin:

“Di sala 20’emîn a komployê de ji bo xwedîlêderketina Rêber Apo em bang li gel û dostên xwe dikin. Divê meşên dirêj ên li Ewrûpayê yên ku gelê me û hêzên enternasyonal li dar dixin, li her derê werin kirin. Çalakiyên ji bo xwedîlêderketina Rêber Apo divê bibe sedema têkoşîna li dijî qirkirinê û li her derê werin belavkirin.”

‘HER DER EFRÎN E, HER DER RÊBERTÎ…’

Divê em sala 2018’an bikin sala serkeftinê. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku bila tevlî meşa di 17’ê Sibatê de ya li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.  Bi şîara ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ em di 17’ê Sibatê de li Strasboûrgê werin ba hev.