Mûtt: Divê ICC êrîşên Tirkiyeyê bixe rojeva xwe
Siyasetmedar, şaredar û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl der barê êrîşên li ser Efrînê gotin ku Tirkiye qanûnên navneteweyî û piştgirî dan gelê Efrînê yê berxwedêr.
Siyasetmedar, şaredar û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl der barê êrîşên li ser Efrînê gotin ku Tirkiye qanûnên navneteweyî û piştgirî dan gelê Efrînê yê berxwedêr.
Parlamenterê Partiya Keskan a Swêdê û Komîsyona Têkiliyên Derve Walter Mûtt destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê terorîzma dewletê ye û got, "Welatek tevî çeteyên DAÎŞ'ê, El Qaîde û El Nûsrayê hiqûqa navneteweyî bin pê dike, axa welatekî din dagir dike û gelê sivîl ê Efrînê dikuje. Binpêkirina hiqûqa navneteweyî sûc e, sûcekî giran e. Divê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) a li Laheyê vê mijarê bixe rojeva xwe."
Mûtt got, Partiya Keskan a Hawirdorê ya Swêdê bi gelê Efrînê û hêzên YPG/YPJ'ê re ye û wiha dewam kir: "Hemû hêzên demokratîk ên li gelemperiya cîhanê divê destekê bidin berxwedana li dijî êrîşên Tirkiyeyê. Ev têkoşîn ji bo hemû mirovahiyê û aştîxwazan e. Pêwîste cîhan tev piştgiriyê bide Kurdan."
Mûtt hişyarî da ku eger çav li terorîzma dewletê were girtin wê hiqûqa navneteweyî hilweş e û got, "Di sedsala 21'ê de lazim e qanûnên navneteweyî li gerstêrka me serdest be. Ji bo ev yek pêk were, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Neteweyên Yekbûyî ava bû." Mûtt ji bo pêşî li êrîşên Tirkiyeyê were girtin bang li Swêdê û hemû welatên cîhanê kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
PARLAMENT û GELÊ SWÊDÊ BI GELÊ EFRÎNÊ RE NE
Mûtt bi bîr xist ku li Efrînê ne tenê Kurd, lê Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî jî zerarê ji êrîşên dewleta Tirk dibînin û got, "Li dijî êrîşên Tirkiyeyê em bi gelê Efrînê re ne. Parlament û gelê Swêdê bi gelê Efrînê re ne. Êrîş çiqasî giran jî bin, wê di dawiya dawî de edalet bi ser bikeve. Ji dil pê bawerim ku yên serî li şîdetê didin wê têk biçin."
Alîkara Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh jî got, êrîşa li dijî Efrînê ji bo wê surprîz nîne û bi bîr xist ku Erdogan demeke dirêj e timî dibêje ku wê destûrê nede ku Kurdên li Bakurê Sûriyeyê xwe bi rê ve bibin.
EM Ê BÊDENG NEMÎNIN
Lîvh işaret bi xemsariya Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hikumeta xwe kir û got, ev nêzîkatî nayê efûkirin: "Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê dike, vî sûcî dike. Ji bo daxwaza xweseriyê ya Kurdan bitepisîne ketiye nava axa welatekî. Ev yek li gorî qanûnên navneteweyî sûc e. Em ê li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin. Em ê protestoyên xwe bidomînin."
DIVÊ TAVILÊ PÊŞÎ LI ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ WERE GIRTIN
Lîvh xwest ku tavilê êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê werin rawestandin û bi dewamî got, "Zêdeyî 50 şaredar girtî ne. Gelek ji wan hê dernexistine pêşberî dadgeriyê, lê girtî ne. Cihê fikaran e ku nûnerên gel ên hatine hilbijartin hatine girtin. Divê tavilê werin berdan."
Serokê "Mala Piştevaniyê" Francîsco Contreras ku zêdeyî 40 rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl di nava vê saziyê de cih digirin, anî ziman ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Contreras got, "Tirkiye endamê NATO'yê ye. Divê Swêd û Yekîtiya Ewropa ji NATO'yê bixwazin ku Tirkiye êrîşên xwe bisekinîne. Divê destûr neyê dayin ku welatekî endamê NATO'yê êrîşî Kurdan bike."
Contreras bal kişand ser girîngiya piştgiriya ji bo gelê Kurd û got, "Rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên piştevaniyê û koçberên ji welatên cuda hatine vê derê, ji bo pêşî li êrîşên li ser gelê Kurd were girtin bikevin nava liv û tevgerê.
Weke pêşniyar jî Contreras xwest Yekîtiya Ewropa alîkariya xwe ya dide Tirkiyeyê bibire, peymanên bazirganiyê yên pê re kiriye ji nû ve binirxîne û ji aliyê siyasî, aborî û dîplomatîk ve pêkanîna li ser ferz bike.