Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salihm Muslim aşkere kir ku Desteya Bilind a Kurd hevdîtin bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya Hêzên Şoreşger û Muxalîf re hevdîtin pêk anîne, di hevdîtinê de bi awayeke devkî ji Kurdan re soz dane ku ew ê mafên Kurdan bi makeqanûnê mîsoger bikin û Xweseriya Demokratîk qebûl kirine.
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û aşkere kir ku Desteya Bilind a Kurd (DKB) bi Koalsîyona Neteweyî ya Sûriyeyê re hevdîtin pêk aniye û hevdîtin baş derbas bûye.
Muxalefeta Sûriyeyê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîf a Sûriyeyê di meha mijdarê de li Dohayê hate avakirin. Lê di vê civînê de Kurdan cih negirtin. Ev Koalsîyona ji aliyê gelek welatan ve weke nunerê rewa tê nasîn. Koalîsyonê xwestibû ku Kurdan jî bixin nava vê pêkhatyeê. Koalîsyonê pêşî Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) vexwendibû nava nava xwe. Lê Kurdan aşkere kir ku ev vexwendin ne bi navê hemû Kurdan e û ENKS hemû Kurdan temsîl nake. Ji bo vê yekê şandeyek ji 7 endamên DBK’ê bi rayadarên Koalîsyonê re hevdîtin pêkanîn.
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslîm diyar kir ku Koalîsyona li Dohayê hate sazkirin ne weke Konseya Neteweyî ya li Tirkiyeyê hatibû avakirin hişk eû got: “Wana ENKS’ê vexwendin, lê me xwest em bi navê DBK’ê hevdîtin pêk bînin. Pêkhateya Kurdan temsîl dike ev e."
Mulsim ku encama hevdîtinên bi erênî nirxand, got ku Koalîsyonê gelek daxwazên girîng ên Kurdan qebûl kiriye. Muslim got: “Niha ger hemû daxwazên me ji sedî 100 qebûl nekin jî soz dane me. Li gorî vê dê Alîkarê Serokê Koalîsyonê Kurd be. Mafên Kurdan dê bi makeqanûnê bên mîsogerkirin. Nasname û çanda Kurdan dê bê nasîn. Perwerdeya bi Kurdî dê bê dayin."
'YPG DÊ BI KOORDÎNE BI ARTÊŞA AZAD RE TEVBIGERE’
Muslim diyar kir ku wana di hevdîtinê de statuya Kurdan aniye rojevê û got: “Federansyon an jî Xweseriya Demokratîk hatin gotûbêjkirin. Lê bawer im dê Xweseriya Demokratîk qebûl bikin. Ev yek dê paşê aşkere bibe. Dê navê ‘Komara Ereb a Sûriyey’ biguhere û bibe Komara Sûriyeyê."
Salih Muslim derbarê dahatuya Yekîneyên Parastinê Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê diparêze de jî got: “YPG hêza hemû Kurdan e. YPG tevlî nava Artêşa Sûriyeya Azad nabe, lê dê bi wan re bi koordîne bixebite.”
Muslim ev agahî da: “Ji bo Sûriyeya nû pêvajoyek demkî hebe. Divê vê pêvajoyê de dê hukûmetek demkî bê avakirin. Piştre dê rêveberî biguhere. Dê komîsyonên makeqanûnê bên avakirin. Dê Kurd û Kaolîsyon careke din hev bibînin. Ji bo alîkariya serokê Koalîsyonê em ê di nava xwe de gotûbêj bikin û piştre bi Koalîsyonê re gotûbêj bikin".
PEYMANA VEŞARTÎ
Di dema avabûna Koalîsyonê de hatibû diyarkirinku li Dohayê peymaneke veşartî pêk hatiye. Ev peyman ji 12 madeyan pêk tê û di peyamanê de tê gotin ku dê “endamên PKK’ê ji Sûriyeyê bên derxistin, PKK’yiyan teslîmê Tirkiyeyê bikin, dê PKK bixin lîsteya rêxistinên terorê."
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo vê mijarê got: “Me jî ev peyman bihîst. Beriya her tiştê bêjim PKK li Rojava tune ye. Li vir PYD û hêzên YPG’ê yên ku hemû Kurdan temsîl dikin hene. Me vê peymanê ji aliyan jî pirsî. Lê ji me re gotin ku tu tiştek wisa çênebûye. Me jî diyar kir ku em ji soza we bawer dikin. Lê dê paşê aşkere bibe. Em hêvîda rin ku Kurd nebin aliyê peymaneke wiha."
NEREHETIYA TIRKIYEYÊ
Muslim da zanîn ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Tirkiyeyê hatibû avakirin di nava xwe de cih neda Kurdan, lê niha ew ê di nava Koalîsyona Neteweyî de cih bigirin. Muslim got: "Tirkiye Desteya Bilind a Kurdan qebûl nake. Dê ji tevlîbûna me ya Koalîsyonê jî nerehet be. Tirkiye dixwaze bila qebûl bike, dixwaze jî bila neke, ev pirsgirêka wê bi xwe ye. An hûn dê hemû Kurdna qebûl bikin, an jî tu beşek ji Kurdan tevlî koalîsyonê nabe."