Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim pêşketin û bûyerên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê nirxand û got ku ew li Sûriyeyê ne bê alî ne. Muslim diyar kir ku ew alîgirên demokrasiyê ne û polîtîkayên hukûmeta Tirk rexne kir. Muslim bal kişand ser êrîşên li hemberî Serêkaniyê û got: “Em nabin aliyek ê pevçûnan, lê ger êrîşek çêbibe me ê xwe biparêzin.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Müslim bûyerên li Serêkaniyê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji ETHA’yê re nirxand.
Muslim derbarê rewşa Serêkaniyê de ev agahî da: “Beriya 20 rojan, hin kom bi rêya sînorê Tirkiyeyê ketin Serêkaniyê. Ji cihên cûda hatibûn, derdora 700-1000 kesî bû. Evane weke Guraba El-Şam û Eniya El Nusra tên zanîn. Evane jî herî kêm bi qasî el Qaîdeyê Cîhadîst in.” Muslim bal kişand ku li Serêkaniyê tevî Kurdan, Ereb û Suryanî jî dijîn û got: “Ji ber wê jî navendên rejîma Sûriyeyê li wir mabûn. Ji bo pevçûn ên di navb era Kurd û Ereban dde çênebin, ne dest nedanî ser navendên rejîmê yên li vê derê.” Muslim diyar kir ku ev kom destpêkê êrîşê wan navendan kirin, piştre jî li taxa Ereban bi cih bûn. Di navbera wan û rejîmê de pevçûnên dijwar çêbûn. Rejîm ji wir hate derxistin. Evane jî ketin nava hewaya serkeftinê û xwestin bikevin taxên Kurdan. Me xwest em li hev bikin. Lê vê qebûl nekirin. Piştre êrîş kirin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kirku di nava komên êrîşê Serêkaniyê kirin de komên ku xwe weke Artêşa Sûriyeya Azad bi nav dikirin jî hebûn û da zanîn ku têkiliya Artêşa Azad bi Guraba El-Şam û Eniya El Nusra re tune ye. Muslim bi bîr xist ku Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê kuştin û YPG’ê bersiv da êrîşên wan û got: “Xwestin careke din vegerin Tirkiyeyê, lê dewleta Tirk sînoran girt. Gava vana israr kir, Tirkiyeyê ji wan re got ‘ger hûn ji wir birevin, em ê têkiliyên xwe qut bikin. Ew jî neçar man ku an bi me re şer bikin an jî teslîm bibin. Gelek kom ji wan reviyan. Hin komên girêdayî Artêşa Azad man. Niha yên ku mane nedikarin bi me re peymanê mor bikin û ne jî dikarin vebikişin.”
BILA HUKÛMETA TIRK ÊDÎ DEST JI DIJMINAHIYA KURDAN BERDE
Salih Muslim bang li dewleta Tirk kir ku dest ji dijminahiya Kurdan berde û got: “Em jixwe dixwazin bi gelê Tirk re dostaniyê bijîn. Di navbera gelan de jixwe dijmanahî tune ye. Lê çima ew radibin û destê xwe dixin nava Sûriyeyê? Jixwe destê Tirkiyeyê hişt ku şoreşa Sûriyeyê ber bi pêvajoyeke pevçûnên bi xwîn ve biçe. Ger Tirkiyeyê çek nedabûya, neparastibûya, ev yek îro wiha nedibû. Em ji destpêkê ve dixwazin ku şoreş bi awayeke aşitiyane pêş bikeve. Ger hukûmeta Tirk bi rastî jî berjewendiyên gelê Tirk dixwaze, divê bi me re bibe dost.”
EM ALÎGIRÊ DEMOKRASIYÊ NE
Muslim diyar kir ku li Sûriyeyê Kurd ne bê alî ne û got: “Em alîgirên demokrasiyê ne. Beriya her kesê em dixwazin rejîm biçe. Herî zêde Kurd ji rejîmê zilm û îşkenceyê dît. Ji ber vê jî em berdewamkirina vê rejîmê naxwazin. Lê em naxwazin bibin aliyên hin pevçûnên çekdarî.”
XELETÎ LI DOHAYÊ HATIN DUBAREKIRIN
Hevserokê PYD’ê ragihand ku ew ji bo civîna muxalîfan a ku li paytexta Qeter Dohayê hate lidarxistin nehatin vexwendin û got: “Desteya Bilind a Kurd û Lijneya Koordînasyona Neteweyî ya ku em endamên wê ne nehate vexwendin. Ji ber ku em nehatin vexwendin, lewma em jî jê dûr ketin. Gava Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê hate avakirin ev xeletî hatin kirin. li Dohayê jî giranî dan ser komên oldar. Ew ji sedî 60’ê zêdetir bûn. Her wiha, ev yek nunertiya hemû Sûriyeyê nake. Heman xeletî li Dohayê jî hate dubarekirin. Ji 63 kesan 41 kes îslamî ne. Dîsa hemû gelên Sûriyeyê têde tune ne. Rêxistinên ku hene jî tu girseyek wan di nava gel de tune ye. Ji xeletiyan zêdetir Kurd nehatin vexwednin. Du kesên ku beşdar bûn jî li gorî normên Erdogan hatin diyarkirin. Dikariyan Desteya Bilind a Kurdan vebixwînin. Em dê beşdar bibûna. Ger bixwazin, niha jî dikarin vê xeletiya xwe sererast bikin. Dîsa reçeteyek hatibû amadekirin bi beşdaran dan îmzekirin. Ya em dixwazin ew e ku hemû nunerên gelên Sûriyeyê û beşên civakê bên cem hev û nexşerêyek amade bikin. Ev yek bi amadekirina sernaryoyên li derve nabe. Lêgerînek bê Kurd encamek baş bi dest naxe.”
Muslim aşkere kir ku li gorî projeya partiya wan rêxistineke sêwan a bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) heye û hemû beşên civakê temsîl dike û got: “Di nava wê de rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên cûda yên sivîl hene. Ne tenê Kurd, Suryanî, Ermenî û Elewî jî di nava TEV-DEM’ê de ne û temsîla wan heye. Evane hemû bi hilbijartina pêk hatin. Her wiha ji bo kêmaran jî kota heye.”
ME NEHIŞT ŞER BIGIHE HERÊMÊN ME
Muslim ragihand ku wana bi xêra vê rêxistinbûna xwe li Rojavayê Kurdistanê gelek tişt bi ser xistin û got: “Beriya her tiştê me nehişt ku pevçûn bigihin herêmên me. Gel xwedî rêxistin e û nahêle komên çekdar bikevin herêmên wan. Beriya her tiştê yekîneyên parastinê yên sivîl hatin avakirin. Heta avabûna YPG’ê wana gel parast. Niha jî YPG heye. YPG’ê heta niha sîstema me ya rêxistinî parastiye. Em nabin aliyek ê pevçûnan, lê ger êrîşek çêbibe me ê xwe biparêzin. Kurd ji sedî 15’yê şêniya Sûriyeyê temslîm dikin. Ji sedî 85’ê din jî dê tişta dixwazin bikin. Em dixwazin rejîmek demokratîk ava bibe.”
JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TENÊ ALÎKARÎ JI GEL TÊ
Muslim bersiv da pirsa derbarê penaberiya ji Sûriyeyê de jî û got: “Gelek mirov ji herêmên pevçûn lê hebûn reviyan. Kurdên li bajarên meizn ên Sûriyeyê dixebitin ji ber pevçûnan vegeriyan gundên xwe. Taxên Kurdan ên Helebê biewletir in. Gelek jî reviyan wir.” Muslim bal kişand ser pirsgirêkên jiyanî yên hene û got: “Lê tişta ku em pê xemgîn dibin alîkarî ji herêmên din nayên. Alîkarî ji derve tên, lê dişînin herêmên pevçûn lê hene. Di van rojên dawiyê de Frensiyan ji bo alîkariyên dihatin gotin ku li herêmên Kurdan pevçûn tune ye, ji ber wê jî ew naşînin wir.” Muslim da zanîn ku alîkariya mirovahî nadin, lê tenê pere û çek didin. Muslim diyar kir ku ji Başûrê Kurdistanê jî alîkarî tenê ji gelê Kurd tê, ji rêveberiyê alîkarî nayê.
DIVÊ RAYA GITŞÎ YA TIRK RÊ NEDE ÊRÎŞKARIYÊ
Muslim da zanîn ku ew bûyer û geşedanên li Tirkiyeyê ji nêzîk ve dişopînin û got: “Divê Erdogan xwe ji raman bicihkirina saltenata Osmaniyan berde. Ew ziyanê dide gelê Tirk. Em naxwazin xwe têkelê karên wan ên navxweyî bikin, lê ziyanê didin me jî. Divê raya giştî yaTirkiyeyê rê nede êrîşkariyê.” Mulim ji raya giştî ya Tirkiyeyê xwest ku êdî beje ‘Êdî bes e, hûn kê dikujin, gelê ku tu dikujî gelek bira ye.” Muslim bang hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê kir ku li dijî Erdogan bibin xwedî helwest û got: Herî dawî em dibêjin ku di van rojên teng de em li dostan digerin û pêwîstiya me bi desteka wan heye.”