Modela Îskenderûnê: Dagir bike, bi cih bibe, biçe referandûmê!

Mirov dikare gefên hevkariya dewleta Tirk ya bi rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê re weke 3 xalan bibîne: “Dagir bike, bi cih bibe, biçe referandûmê” lê ev plan weke “Modela Îskenderûn” jî tê zanîn.

Êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bi koalîsyona cîhadîst-selefî bi ser Efrînê re mehek li pey xwe hişt. Di 28 rojên derbasbûyî de ev têkoşîn wê  ji nû ve hevsengên li herêma Efrînê ji nû ve dizayn bike. Li Sûriyeyê rewşa nû ya ku gefekê li ser hemû hêzan dike, metirsiya ku li Sûriyeyê bingehê demografîk û nexşeya siyasî were guhertin bi xwe re tîne.

Mirov dikare gefên hevkariya dewleta Tirk ya bi rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê re weke 3 xalan bibîne: “Dagir bike, bi cih bibe, biçe referandûmê” lê ev plan weke “Modela Îskenderûn” jî tê zanîn.

Serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan di serî de armanca êrîşên dagirkeriyê bi ‘parastina ewlehiya sînor’ bi nav dike û piştî êrîşa bi ser Efrînê re artêşa Sûriyeyê weke dagirkeriyê bi nav dike û gotina xwe ‘em ê herêmê bidin xwediyên herêmê yên esîl’ li bin dixe. Daxuyaniyên Erdogan têkildarî nûkirina ‘Modela Îskenderûn’ ku weke “kuvayî mîlliye ya nû’ , artêşa “welatê bingehîn”, xakê  ‘rizgarkirina ji artêşa’ “rejîma Sûriyeyê ya dagirker’ bi formul dike.

PIŞTÎ ÎSKENDERÛNÊ TEVÎKIRINA DUYEMÎN: MERTALA FIRATÊ

Dewleta Tirk Bİ navê “Mertala Firatê’ de di sala 2016’an ji Bab, Ezaz, Raî û Cerablûsê  2 hezar kîlometre bi berfirehî û dirêjî xaka Sûriyeyê dagir kir. Bi dagirkeriya “Mertala Firatê” re hate hedefkirin ku kantonên Cizîr û Efrînê ji hev bê veqetandin û bi demê re Tirkiye rêveberî û qeymaqamên xwe tayînî herêmê bikin û rewşekî defacto ava kir. Bajêr ji aliyê alîkarê Waliyê Dîlokê ve tê birêvebirin û li bajêr gelek malbatên Tirkmen û gelek dibistanên perwedeya Tirkî didin hatin vekirin.

Dewleta Tirk bi hevgirtiyên El Qaîde, cihadîstên selefî û OSO li herêma Îdlîb a xaka Sûriyeyê jî çalakiyan nîşan dide. Îdlib ji roja destpêkê ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiye û komên ku piştgiriyê dide wan weke baregehekê tê bikaranîn. Îdlîb di çarçoveya peymana “herêma bê şer” ya ji aliyê Tirkiye, Îran û Rûsyayê ve hatî îmzekirin ji Cotmeha 2017’an ve di dagirkeriya artêşa Tirk de ye.

Artêşa Tirk li vir erka xwe ya mertal a ji bo grûba Heyet Tahrîr El Şam ku serê wê El-Nûsraye didomîne. Artêşa rejîmê dema ku li Îdlibê pêş ve diçû Erdogan weke ku li Efrînê jî dike ragihand ku li Îdlîbê wê operasyon bidome piştre artêşa Tirk 3 caran xwest karwanê wesayîtên leşkerî sewqî başûrê Helebê bike. Hewldan ji aliyê Rûsya û artêşa Sûriyeyê ve hatin astengkirin, tê payîn ku di  rojên pêşiya me li Îdlibê ‘şerê hakimyetê’ dijwar tir bibe.

DESTPÊKÊ DAGIRKERÎ PIŞTRE REFERANDÛM

‘Lêgerîna dîtina cihekê’ ya Erdogan ji bo 3 mîlyon û nîv koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê, Bab, Cerablûs, Ezaz, Efrîn û xeta Îdlibê jî di navde Cisr El Şûxûr û ji herêma Gap, heya Çiyayê Kurt ji wir heya Çiyayê Tirkmen dixwaze plana “Li derya Spî avakirina korîdorekî” tê dîtin. “Plana Erdogan” ku dixwaze bi merhele bêxe meriyetê li Efrînê re Îdlîb-Cerablûsê bigihîne hev, bi cih kirina koçberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî û bi modela îskenderûn ya dewleta Tirk ku di sala 1938’an de “hêza ewlehiyê” derbasî Îskenderû bûyî piştre ji bo ku xaka wê bi referandûmê bi dest biçe dengdayîna gel pêk tê.

TÊKOŞÎNA WELATPARÊZIYÊ: BERXWEDANA SERDEMÊ

Li dijî vê planê Kurd û gelên Sûriyeyê ku bi hev re têdikoşin, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ku bedelên giran dabûn bi tenê hatine hiştin. Komên çete ku koka wan digihe El Kaîde, Talîban û DAIŞ’ê, El Nûsra, Feylak El Şam, Ehrar El Şam, Nûredin Zengî , Sûltan Mûrat, Tugayên Semerkand, Tûmena Sûltan Mûrat, Tugaya Fatîh Sûltan Mehmet, Partiya Îslamê ya Tukirsan û Tûgaya Selahaddîn ev 7 sal in ji 4 parçeyên cîhanê tên û ji aliyê MÎT’a Tirkan ve li bajarên cûda têne perwerde kirin.

Ji roja destpêkê ya êrîşên ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku parastina xaka Sûriyeyê dikin bi gelê Efrînê ve li dijî van komên çete yên MÎT piştgiriya wan dike têkoşîna welatparêziyê didin.

Ev têkoşîna destanî  ku hemû cîhan matmayî hişt, hemû planên qirêj yên dewleta Tirk dibin rêveberiya Erdogan de têk bir û bi erdê re dikin yek.