MLKP/Kurdistan 15'ê Tebaxê 'Roja Vejînê' pîroz kir

Rêxistina MLKP/Kurdistanê salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

MLKP/Kurdistanê bi wesîleya salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdan pêngaveke vejînê ye. Silav li hemû kesên ku can û xwîna xwe di vê oxirê de dane û di rêya Kurdistana Azad de tevlî karwanê nemiran bûne. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû pêkhateyên tevgera azadiyê pîroz be."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku para 15'ê Tebaxê di hemû destketiyên gelê Kurd de gelekî mezin e û hate gotin, "Şoreşa Rojava ku gelên Rojhilata Navîn bi rengekî azad, wekhev û bi hev re lê dijîn, berhemeke vê têkoşînê ye. Agirê Pêngava 15'ê Tebaxê li şoreşa Rojava gur bûye."

MLKP/Kurdistanê destnîşan kir ku pêvajoya heyî, geşkirina ruhê 15'ê Tebaxê li her qada têkoşînê ferz dike û wiha dewam kir: "Şoreşa me ya yekbûyî, têkoşîna me ya jiyana azad û bi rûmet, wê hê jî ji vê pêngava vejînê hîn bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em pê piştrast in ku yên ruhê 15'ê Tebaxê afirandin wê agirê têkoşîna hevgirtî geş bikin û berxwedana ji bo serketina hevpar mezin bikin."