MKP-Rojava: Mîrateya hevrê Nûbar wê ji me re bibe rêber

MKP-Rojava fermandarê TKP/ML-TÎKKO Nûbar Ozanya ku 14'ê Tebaxa 2017'an li Rojava şehîd bû bi bîr anî.

Partiya Maoîst-Komunîst (MKP)-Rojava, di salvegera 1. a şehadeta Fermandarê TKP/ML-TÎKKO Nûbar Ozanyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Nûbar Ozanyan ku 14'ê Tebaxa 2017'an li Rojava şehîd bû mîrateyek bêhempa ji wan re hiştiye û hate gotin, "Mîrateya ku her hevrêyên me yên nemir ji me re dihêlin, xezîneya me ya herî hêja ye."

MKP-Rojava destnîşan kir ku Nûbar Ozanyan heta dawiya emrê xwe ji bo gelên bindest têkoşiya û şoreşgerekî enternasyonal bû ku li dijî zilmê ji bo neteweyên Ermenî, Fîlîstînê û gelê Kurd li dijî dewletên serdest têkoşiya.

Di daxuyaniye de Nûbar Ozanyan bi rêzdarî hate bîranîn û hate gotin, "Weke şoreşgerekî milîtan, wêrekî û hişmendiya wî ya şoreşgerî timî hêjayî mînakgirtinê ye. Weke şopdarên wî, wê timî ji me re bibe rêber."