MKP'ê şehîdên Mercan û Pilemûriyeyê bi bîr anî

MKP'ê fermandarên TKP/ML-TÎKKO û HPG'ê yên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Desthilatdariya Erdogan ku desthilatdariya şerê paşverû û faşîzmê ye, dijminê hemû gelan bi taybetî dijminê Kurdan e."

Partiya Maoîst Komunîst (MKP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û fermandar û gerîlayên TKP/ML-TÎKKO û HPG'e yên li Dersim-Mercanlar û Pilemûriyeyê di şer de şehîd bûn bi bîr anî.

MKP'ê diyar kir ku dewleta çîna serdest a Tirk ku li ser hilweşîn, xwîn û komkujiyan ava bûye, heman kevneşopiya xwe ya barbar bi desthilatdariya Erdogan ê faşîst didomîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, desthilatdariya Erdogan ê faşîst desthiladariyek şer û êrîşkariyê ye û hate gotin, "Desthilatdariya Erdogan ku desthilatdariya şerê paşverû û faşîzmê ye, dijminê hemû gelan bi taybetî dijminê Kurdan e."

MKP'ê da xuyakirin, desthilatdariya Erdogan ê faşîst, di şexsê gerîla de ji bo tinekirina hemû hêzên şoreşger êrîşên stratejîk dike û wiha dewam kir: "Şerê çîna şoreşger û şerê azadiya neteweya Kurd ku xwe dispêrin hêza xwe ya mafdariyê, wê li dijî şerê paşverû yê teknolojîk bi ser bikevin."