Li gorî nûçeya Ajansa Anadoloyê ku berdevkê fermî ya rejîma AKP’ê ye, Yusuf Nazik, li Lazkiyê bi operasyoneke ser niqteyekê hate girtin û anîn Tirkiyê. Tê îdîakirin Nazîk di lêpirsîna pêşî de li xwe mikur hatiye ku plangerê êrîşa bombeyi ya li Reyhanliyê ya 2013’an e.
MÎZANSENA NÛ YA MÎT’Ê
Îdîayeke dî ya balkêş ku di medyaya Tirk de cih girtî têkildarî îstîxbarata Tirk e. Li gorî medyaya bi kontrola Tirk Nazîk di lêpirsînê de gotiye, bi fermana yekîneyên îstîxbarî yên Sûriyê li Tirkiyê hewl daye ku çalakiyan bike, xebatê keşfê kiriye û li xwe mikur hatiye ku alîkarî daye ku teqemenî ji Sûriyê derbarî Tirkiyê were kirin.
Nazîk ê ji Antakyayê ye, gotiye êrîşa bombeyi ya li Reyhanliyê ‘li gel hevalên xwe’ kiriye. Di nûçeyê de nayê gotin bê ka çawa xwe gihandin van li mikurhatinnan, kê ev daye wan.
Ji mikurhatinan berih niha tabloyeke dî derkeve holê. Ji bo vê jî bûyera ‘girtinê’ ya di medyaya Tirk de û ‘mikurhatinên nû’ bi rengê mîzanseneke nû ya MÎT’ê tê şîrovekirin.
BERSÛCAN TILIYA XWE BI MÎTÊ VE KIRIBÛN
Di êrîşa bombeyi de ya li Reyhanli ya Hetayê, 11’ê Gulana 2013’an 53 kes hatibûn kuştin, 912 xanî, 891 kargeh û 148 wesayit ziyan gihabû ser wan.
Danişîna biryarê ya li ser komkujiyê 23’yê Sibata 2018’an hatibû kirin. Ji 33 kesên ku dihatin darizandin 9’an jê cezayê miebetê xwarin, 13 kes jî cezayê girtîgehê yên di navbeyna 10-15 salan de xwarin.
Bersûcên sereke yên komkujiyê li xwe mikur hatibû ku plansaziya komkujiyê ji hêla endamên MÎT’ê ve hatiye kirin. Di danişînekê de ku dawiya Tebaxa 2014’an ji çapemeniyê re gitî, bersûcê serke yê komkujiyê Nasir Eskîocak li xwe mikur hatibû ku, teqemenî bi rengê ‘’hişbir’ê, ji hêla endamên MÎT’ê ve dane wî. Di danişînê de îfadeyên bersûcên girtî, ji Girtîgeha Edeneyê bi rêya telefkonferansê hatibû standin.
Nasir Eskîocak wiha li xwe mikur dihat: ‘’Bi Yusuf Nazîk û du endamên MÎT’ê yên li gel wî, em li ser vî karî axivîn. Gotine min ji deryayê wê hişbir were, em ê li erebeyan siwar bikin û deynin Reyhanliyê. Van du endamên MÎT’ê mîsoger kirin ku wê tiştek bi serê min neyê. Min jî nizanîbû ku ev teqemenî ye.’’
TÊKILIYa NAZÎK A BI WEZÎRÊ BERÊ YÊ DADÊ RE ZÊDE BÛ
Eskîocak dibêje, dema teqînê ew radestî muxalîfên Sûriyê kirine, li vir êşkence dîtiye û gefa kuştinê li malbata wî xwarine, wiha li ser Nazîk agahiyên balkêş dida. Eskîocak, bal dikişand ser wê ku têkiliya Nazîk a Wezîrê berê Sadullah Ergîn re gelekî baş bûye.