Mirina ji ber pençeşêrê zêde dibe

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê, di nav meran de ji 8 mirinan 1 jê ji ber pençeşêrê ye, di nav jinan de ji 11 mirinan 1 jê ji ber pençeşêrê ye.

Li gorî daneyên Ajansa Lêlokîna Pençeşêrê ya Navnetewî ya bi ser WHO’yê ve, li tevahiya cîhanê ji destpêka vê salê ve 18,1 milyon weqayên pençeşêrê hatine tespîtkirin. Di raporê de tê gotin  zêdebûna di weqayên pençeşêrê de girêdayî başbûna di rêbazên teşhîsê de ye û zêdebûna nifûsê, dirêjbûna hêviya jiyana giştî hate destnîşankirin.

Di raporê de tê gotin îsal 96, milyon kes ji ber pençeşêrê mirine û di nav van de pençeşêra ji kezeba reş, kezeba spî, rovî, zik û sing di rêza pêşî de cih digirin. Di raporê de hate gotin 1,8 milyon kes ji ber pençeşêra spî mirine, 881 hezar kes ji ber ya roviyan, 738 hezar kes ji ber pençeşêra ik, 782 hezar kes ji ber ya kezeba reş û 627 hezar kes jî ji ber pençêşra singê mirine.

HERÎ MIR LI EWROPA NE

Di rapora IARC’ê de xaleke dî ya ku tê destnîşankirin ew e ku, li gel para wê ya di nifûsê de kêm e jî weqa û mirinên ji ber pençeşêrê herî pir li parzemîna Ewropayê ye.

Di raporê de tê gotin tenê 9 ji 100’î ya nifûsa cîhanê, Rûsya jî di nav de li welatên Ewropayê ye lê li gel vê jî 23,4 weqayên hemû pençeşêran li vê parzemînê hatiye dîtin. Li gorî raporê mirina ji  ber pençeşêrê 20 ji 100’î li welatên Ewropayê pêk hatine.