Milîsên HBDH'ê li wesayita polîsan xistin

Milîsên Dîlan Kortak ên HBDH'ê li Esenyûrt a Stenbolê li hemberî wesayiteke zirxî ya polîsan bi bombeyan destan çalakî kirin.

Milîsên Dîlan Kortak ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê li Stenbolê li hemberî wesayiteke polîsan çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Milîsên Dîlan Kortak ên HBDH'ê me li Esenyûrtê li hemberî wesayiteke polîsan a zirxî bi bombeyên destan û bombeyên deng çalakî kirin. Dijminê faşîst ê bi panîkê ket ji qada çalakiyê reviya."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo silavkirina greva birçîbûnê hate lidarxistin û milîsên wan bi rengekî serketî ji qadê çûn.