Milîsên HBDH’ê li Mûglayê febrîqeyeke veguherandinê dan ber agir

Milîsên Benda Amed ên HBDH’ê ragihand ku wan li navçeya Koycegîz a Mûglayê, bi teknîka sabotajê febrîqeyeke veguherandinê dan ber agir.

Milîsên Benda Amed ên HBDH’ê ragihand ku 27’ê Tîrmehê şev di derdora saet 02.30’an de li navçeya Koycegîz a Mûglayê, bi taktîka sabotajê febrîqeyeke veguherandinê ya li Sîteya Sanayiyê dan ber agir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Ev çalakî weke bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam dikin, hate lidarxistin û di encamê de febrîqeya veguherandinê şewitî û îmha bû.”

Milîsên HBDH’ê da zanîn ku febrîqeyek jî zirar dîtiye û got: “Piştî çalakiyê milîsên me bi rengekî bi ewle vekişîn qadên xwe. Di çalakiyê de bi hezaran lîre pere zirar gihişte febrîqeyan.”

Di daxuyaniyê de ev hişyarî jî hate kirin: “Em hişyar dikin! Em ê hesabê ji her sazî û kesê ku li dijî gel sûc dike, bipirsin! Em ê li dijî dagirkeriya li Kurdistanê şer bikin! Mîna SÎHA’yên we, ketina we jî teqez e!”