Milîsên HBDH’ê li dijî desteserkirina îradeyê li çar bajaran çalakiyên sabotajî lidar xistin

Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê, li dijî desteserkirina îradeyê li Antalya, Stenbol, Îzmît û Bûrsayê çalakiyên sabotajê lidar xistin.

Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê di çarçoveya seferberiya çalakiyan a li dijî qeyûman, li çar bajaran çalakî li dar xistin. HBDH’ê çalakiyên ku pêk anîne wiha rêzkirin:

"Roja 2'ê Hezîranê saet li dora 03:30’yan a şevê me bi teknîkeke taybet li hemberî navendeke şahiyê û qehwexaneyeke aîdî faşîstan a li navçeya Îzmît a Kocaeliyê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Cafe bi temamî şewitî. Li vir faşîstan bi mîlyonan lîre zerar dîtin.

3’yê Hezîranê li Antalyayê li avahiya Zanîngeha Akdenizê Teknokent ArGe-1’ê (avahiya ku xebatên teknolojîk lê dihat kirin) amûrên teknîkî hatin şewitandin. Di şewatê de odeyên ceribandin û salona dersê ya perwerdehiyê zerar dîtin.

Di 3'yê Hezîranê saet derdora 12.20'an de li kargeheke boyaxê ya li taxa Beytîler yê Sîlîvriyê ya Stenbolê, di beşa depoyê de bi rêbazeke taybet çalakiya sabotajê hatiye pêk anîn. Di vê çalakiyê de depo bi temamî şewitî.

Di 6'ê Hezîranê saet li dora 08.20'an de li Bûrsa/Orhangaziyê li dijî trafoya ku enerjiyê dide taxan bi teqemeniyeke bi dest çêkirî çalakî hat lidar xistin. Piştî teqînê trafo şewitî û ket halek ku êdî nema bê bikaranîn."

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Di encama çalakiyên me de bi mîlyonan lîre zerara aborî çêbûye. Faşîst û her kesên tevkariyê li aboriya dewletê dikin di hedefa me de ne. Hûnê nekaribin ji ber edaleta gel birevin!" 

Milîsên HBDH’ê, destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê îradeya gel nasnake û wiha got, “Em weke endamên Şoreşa Yekbûyê li dijî zilma faşîzmê ya li ser bindestan, mil bi mil têdikoşin.”