Mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê banga alîkariyê kirin

Mexdûrên erdheja gundên Kortanava banga alîkariya lezgîn kirin. Gundiyan anî ziman ku rejîma Îranê alîkariyên ku didin, pêdiviyên mexdûran pêşwazî nakin.

Ji roja Yekşemê û vir ve li herêmê erd diheje. Erdheja herî bi hêz roja 23’ê Sibatê saet navbera 08:53- 19:00’an bi pileya 5,9 pêk hat. Di vê erdehjê de bi sedan mal hilweşiyan û zêdetirî 104 kes jî birîndar bûne.

Welatiyên gundê Kortanava bal kişand ser alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê û banga lezgîn a alîkariyê kirin.

Hêjayî gotinê ye ji duh ve heta niha mexdûrên erdhejê ji ber metirsiya erdhejînê tevî sarma û berfa zêde ya li herêmê jî li derve dimînin.

Her wiha ji duh ve bi berdewamî bi pileyên biçûk erd diheje.