Xoy diheje, ziyan mezin e, alîkarî kêm e

Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de gelek erdhej pêk hatin. Bi dehan gund hilweşiyane, bi sedan birîndar hene û  alîkarî kêm e.

Li gorî saeta herêmî saet 18:05’an de li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistan ku bi Wanê re sînor e, 4,4 kêlometre di kûrahiya erdê de bi pileya 4,3 erd hejiya. Erdhej li bajarê Selmasê jî hate hîskirin.

Ji roja Yekşemê û vir ve li herêmê erd diheje. Erdheja herî bi hêz roja 23’ê Sibatê saet navbera 08:53- 19:00’an bi pileya 5,9 pêk hat. Di erdheja yekê de li Wanê 9 kles mirin,  bi kêmanî 250 avahî û 300 oxir hilweşiyan, bi sedan mal jî ziyan ber ketin.

Di eredheja roja Yekşemê ya li Herêma Xoy a Rojhilatê Kurdistanê pêk hat de jî bi kêmanî 104 kes birîndar bûn. Li 44 gundan jî ziyanên pir mezin berketine, jiyan lê teviziye. Yek ji gundê herî zêde ziyan berketî gundê Gurerde yê 400 malbat lê dijîne.

Di wêneyên gihiştin ANF’ê de tê dîtin ku gelek mal hilweşiyane. Li gel malên ku bi temamî bi erdê re bûne yek, dîsa hinek malên aliyek du aliyên wan hilweşiyay, dîwarên hilweşiyayî yên baxçe, dîwar qelişîne, banên avahiyan, pencereyên şikestî bi vekirî dixuyên. Gundên ku erd lê hejiyane hê jî berf lê dibarin û mercên jiyanê zehemte.

Ji ber erdhejên nû gel nikarin bikevin avahiyan û tevî sermaya zêde li derve dimînin. Alîkariyên rejîma Îranê jî têra mexdûrên erdhejê nake.

Rejîma Tehranê birînên erdheja berî niha nepêçane. 12’ê Mijdara 20172an di erdheja navenda wê Kirmanşan ku 7,3 pileyî hejiya bi kêmanî 620 kes miribûn, 8,500 kes jî birîndar bûbûn. Şopên vê erdhejê hê jî dixuyên.