Meşvanên Lozan-Cenevreyê: Her der Efrîn, her der berxwedan!

Roja duyemîn a meşa Lozan-Cenevreyê bi coş dest pê kir. Bi qîrîna dirûşma "Her der Efrîn, her der berxwedan" dewleta Tirk a dagirker tê şermezarkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dewam dike. Beşa duyemîn a meşê ku ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve ye, îro ji bajarê Morgesê dest pê kir. Zêdeyî 1000 kes ku 200 enternasyonalîstên ji gelek welatan jî di anv de hene, bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê dimeşin.

DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN Û EFRÎNÊ HATIN QÎRÎN

Meşvanên ku danê sibehê bi pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bila Neteweyên Yekbûyî komkujiyên li Efrînê rawestîne" dest bi meşê kirin, bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Fransî, Elmanî, Katalanî, Spanî dirûşmên "Her der Efrîn, her der berxwedan", "Azadî ji Ocalan re" diqîrin.

Di meşê de alên PKK, PYD, YPG û YPJ'ê tên hildan.

Çalakgerên ku li dijî dewleta Tirk bi hêrs in dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" diqîrin.

Meşa Lozan-Cenevreyê wê 16'ê Sibatê bi beşdariya 10 hezar kesî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi mîtîngekê biqede.