Meşa li Yewnanîstanê ya ji bo azadiya Ocalan di roja 2. de ye

Meşa ji bo azadiya Ocalan ku li Yewnanîstanê dest pê kir, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrînê" dewam dike.

Meşa ku li dijî komploya navneteweyî û ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê hate organîzekirin, duh dest pê kiribû. Meşvanan duh êvarê li bajarê Markopoûloûyê navber bêhn vedabûn û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" dest vê sibehê meşa xwe dewam kirin.

Siyaset Metîn Bîngol li vir axivî û bal kişand ser meşa ku 15'ê Sibatê ya li Atînayê ku wê bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û nûnerên partiyên siyasî pêk were. Bîngol got, "Hêzên navneteweyî, li pêşiya bicihanîna projeya xwe ya li Rojhilata Navîn, Rêberê Gelê Kurd, paradîgma û felseya wî weke astengî dîtin. Ji ber vê yekê bi komployeke mezin Rêberê me teslîmî dewleta Tirk kirin. Gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe derket, bi sedan ciwanên Kurd bedena xwe dan ber agir. Komplo hat pûçkirin. Rêberê me jî bi berxwedana xwe ya 20 salan a li Îmraliyê komplo têk bir."

Arya Dildar jî got, "Li çar aliyên Kurdistanê dijmin êrîş dike. Bi taybetî êrîşeke giran li ser Efrînê heye. Lewma divê ciwanên Kurd her tim li qadan bin. Heta ku em li qadan bin em ê rê li ber azadiya Rêberê xwe vekin. Em bang li ciwanên welatparêz dikin ku dakevin qadan."